​​​​​​​YNK’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kelarê şermezar kir

Koma YNK’ê, êrişa dewleta Tirk a li ser Kelarê ya pê sivîl qetil kirin, şermezar kir.

​​​​​​​YNK’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kelarê şermezar kir
17 hezîran, 2022   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagirkerli Kelarê bi balafireke bi çek a bêmirov wesayîtek bombe kir. 4 kes şehîd bûn, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Koma YNK’ê ya Meclisa Iraqê li ser êrişa dewleta Tirk a li ser Kelarê daxuyaniyek bi nivîskî da.

 ‘SIVÎL TÊN KUŞTIN’

YNK’ê anî ziman ku binpêkirina dewleta Tirk a serweriya ax û qada hewayî ya Iraqê nayê qebûlkirin û got: “Em wek koma YNK’ê êrişê bi tundî şermezar dikin. Tirkiye ji bo pêkanîna planê xwe, her roj li xelkê dixe. Duh li Şengalê û îro li Kelarê xelkê sivîl şehîd kirin.’’

'DIVÊ MECLISA IRAQÊ ERKA XWE YA MILÎ BI CIH BÎNE'

YNK’ê di daxuyaniya xwe de bang bang li Meclisa Iraqê kir ku erka xwe ya milî bi cih bîne, ji bo parastina serweriya dewletê, mal û canê gel bike û li dijî êrişên dijminane yên dewleta Tirk bibe xwedî helwest.