​​​​​​​Dewleta Tirk li Behdînanê du jin birîndar kirin

Artêşa Tirk a dagirker bi doşka gundekî herema Berwarî Bala gulebaran kir. Di êrişê de 2 jin birîndar bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Behdînanê du jin birîndar kirin
17 hezîran, 2022   17:19
NAVENA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de, şêniyên gundê Kêste ya Berwarî Bala ya Amêdiyê bi doşka gulebaran kir.

Di encama êrişê de 2 jinên di nava baxçeyên xwe de karên xwe yên rojane dikirin birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku balafirek bê mirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker îro danê siharê li Kelarê wesayîtek bombe kir. Di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi giranî birîndar bû.