​​​​​​​Dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran dike

Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 15:00’an de Çiyayê Bolê, Bawemer, gundê Bêrkim ên ser bi Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ve bombebaran kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran dike
17 hezîran, 2022   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê , ji ber bombebaranê ziyanek mezin gihiştiye jîngeha herêmê. Bombebarana li herêmê heya van kêliyan jî dewam dike.