​​​​​​​Artêşa Îsraîlê 3 filistînî qetil kirin

Artêşa Îsraîlê berbanga îro di serdegirtina kampa Cinîn a li bakurê Xezayê de 3 ciwanên filistînî kuştin û 8 jî birîndar kirin. Lê tevgera Hemas û komên Filistînê soz da ku ew sûc bê hesab derbas nabe.

​​​​​​​Artêşa Îsraîlê 3 filistînî qetil kirin
17 hezîran, 2022   10:03
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di serdegirtina kampa Cinîn de artêşa Îsraîlê 3 ciwanên filistînî kuştin û 8 birîndar kirin.

Her wiha Tevgera Hemasê jî got ev sûcekî giştî ye û di çarçoveya dijminahiya Îsraîlê ya giştî û berdewam li dijî gelê Filistînê û xaka wê de pêk tên.

Tevgera Hemasê teqez kir ku xwîna şehîdên Cinînê ji bîr nake û wê bê hesab derbas nebe.

(fr)