​​​​​​​Eşîrên Minbicê li dijî gefên Tirkiyê di nava tevgerê de ne

Di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li ser Minbicê zêde kirine. Li hemberî van êrişan di gelek boneyan de helwesta eşîrên Ereb, Kurd û Tirkmen derketin pêş ku her destwerdaneke derve di Sûriyê de red kirin.

​​​​​​​Eşîrên Minbicê li dijî gefên Tirkiyê di nava tevgerê de ne
17 hezîran, 2022   01:37
MINBIC

14`ê Hezîranê eşîrên Minbicê xwepêşandanek li dar xist. Bi sedan endamên eşîrên Kurd, Ereb û Tirkmen tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de gelê herêmê gefên dewleta Tirk û niyetên dagiririna xaka Sûriyê, red kir.

Tişta ku li Minbicê bala mirov dikşîne ew e piştî gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ên berfirehkirina qada dagirkeriyê li Sûriyê, bi taybet dagirkirina Minbic û Til Rifetê eşîrên Ereb yekser helwest nîşan da.

Minbic mîna hin herêmên Sûriyê  xwedî taybetmendiyî eşîrtî ye. Di Minbicê de eşîrên Kurd, Ereb û Tirkmen dijîn. Hê jî piraniya wan li gorî sîstema eşîrtî tev digerin. Endam teqeziyê li ser hevgirtina eşîran dikin. Her wiha rola wan di çareserkirina pirsgirêkên civakî de aktîv e.

EŞÎR BI MSD`Ê RE DICIVIN

Helwestên dawî yên eşîran diyar kir ku zarok û rûspiyên eşîran xeteriya gefên dewleta Tirk a dagirker li ser yekitiya xaka Sûriyê û aştiya civakî rnas dikin. Ji ber nimûneya heyî ya li herêmên dagirkirî ratiya projeya dewleta Tirk eşkere dike.

6`ê Hezîranê şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê bi rêveberên MSD`ê re civiyan. Her wiha eşîran bi MSD`ê re  gefên dewleta Tirk, rêbazên sekna li hember wan, xurtkirina yekitî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de nîqaş kirin.

Eşîra Benî Seîd, El-Demalxa, El-Bû Sultan, Benî Seîd, El-Bobne, Benî Cemîl, eşîrên El-Hoş a erebî, rûspiyên eşîrên Tirkmen, Kurd û nûnerên pêkhateyên Çerkes, beşdarî civînê bibûn.

Şêx û rûspiyên eşîran ji ANHA`yê re diyar kir ku dewleta Tirk di êriş û gefên xwe li ser herêmê de yekitiya pêkhateyan dike hedef. Her wiha teqez kir ku zarokên wan dê di yek rêzê de bi hêzên leşkerî re bisekinin û dê derfetê nedin dewleta Tirk a dagirker ku xaka wan dagir bike.

Eşîran li hemberî êrişên Tirkiyê xebatên xwe dewam kirin. 12`ê Hezîranê eşîrên Minbicê careke din bi nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê re civiya û gefên dewleta Tirk, girîngiya pêkanîna rola eşîran di sekna li hember êrişan de, nîqaş kir.

Şêx û rûspiyên hin eşîrên Ereb ên Minbic û gundewarên wê tev li civînê bûn, di civînê şer û dagirkirinê red kir  û careke din ragihandin ku ew bi aştiyê re ne.

Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de teqezî li ser hevgirtin û yekitiya hemû pêkhate û neteweyên civaka sûrî hate kirin ku dê parastina xaka Sûriyê bikin.

14`ê Hezîranê bi sedan şêx û rûspiyên eşîran li dijî gef û êrişên Tirkiyê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandana wan peyamek ji civaka navneteweyî û dewleta Tirk a dagirker re bû ku gelê Minbic bi pêkhate û eşîrên wê gef û êrişên dewleta Tirk red dikin.

Xwepêşandan xwedî nîşaneyeke eşîrtî bû û bertekên eşîran a li hemberî êriş û gefên Tirkiyê nîşan da. Her wiha hate gotin her êrişeke dagirkeriyê wê wê bi berxwedaneke gel re rû bi rû bimîne û dê dewleta Tirk bixe çiravekê.

Eşîran bang li sûriyên ku çûne Tirkiyê kirin ku vegerin Minbicê û di şerê li dijî Sûriyê li kêleka dagirkeran nesekinin.

(bx)

ANHA