‘Herêmên ewle’ yan jî ‘stargeha çeteyên DAIŞ'ê’

Dewleta Tirk a dagirker ji bo sûcên xwe yên guhertina demografîk li herêmên dagirkirî veşêre, mijara avakirina ‘herêma ewle’ xistiye rojevê. Herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ku nav lê tê kirin herêmên ewle, di serî de ji bo çeteyên DAIŞ'ê û çeteyan bûne stargeh.

‘Herêmên ewle’ yan jî ‘stargeha çeteyên DAIŞ'ê’
17 hezîran, 2022   03:15
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker berdewam mijara ‘herêma ewle’ tîne ziman, lê ji destpêka dagirkeriya xwe li Sûriyê ve, ji Tebaxa 2016'an û heta niha cihên ku hatine dagirkirin, bê aramî û ewlehî mane.

Bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku di Cotmeha 2019'an de hatin dagirkirin, ji bo çeteyan bûne stargeh.

KOÇBERKIRINA BI DARÊ ZORÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Li gor bîlançoya rûxistina ‘Saziya Hevdestî ya ji bo Qurbaniyan’ ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker a li Serêkaniyê û Girê Spî 175 hezar kes koçber bûne û piraniya wan li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bicihkirin.

Li gor rêxistinê, li bajarê Serêkaniyê ku piraniya şêniyên wê Kurd bûn, niha hejmara Kurdan daketiye 60 kesî, li kêlek wan jî tenê 15 kesên Xiristiyan mane.

Li şûna şêniyên resen, bi hezaran malbatên çeteyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê hatine bicihkirin.

"LI ‘HERÊMÊN EWLE’ LI HEMBER ŞÊNIYAN SÛC TÊN KIRIN"

Ajansa me hevdîtin bi yek ji jinên ku ji girtîgeh çeteyan rizgar bûye kir.

Jina bi navê ‘H.M’ qala girtîgehên çeteyan ên li Serêkaniyê kir û got:" Li Serêkaniyê girtîgeh pir in, her komeke çete xwedî girtîgehekê ye."

 ‘H.M’ wiha domand:  “Çete bi hincetên cuda weke ku bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye, şêniyan taybet jinan digirin û ji bo serbestberdanê pere ji malbatan dixwazin."

Li gor rapora rêxistina lêpirsînê ya navneteweyî ya sala 2021 der barê Sûriyê, li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de taybet li Serêkaniyê, sûcên şer pêk tên.

Her wiha li gorî rapora 2022'an a benda 5'an a girêdayî rewşa Serêkaniyê û Girê Spî ev tişt li xwe digire: “Çeteyên bi navê artêşa niştîmanî ya Sûriyê, sûcên xwe li hember sivîlan û astengkirina azadiyê berdewam dikin, girtî tên êşkencekirin û Tirkiyê berpirsyara sûcên li wan herêman pêk tên e."

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve, sûcên li wan bajaran dewam dikin. Di heman demê de şer û pevçûnên di navbera çeteyan de li ser dizî, desteserkirina mal û milkên şêniyan û rêyên qaçaxçîtiyê berdewam dikin.

Li gor Saziya Hevdestî ya ji bo Qurbaniyan, li Serêkaniyê heta niha 65 teqîn rû dane, di encam de 130 kes hatin qetilkirin û 200 kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecehî ji Serêkaniyê, li herêmê nemaye û bûyeke weke daristaneke tijî ajelên hov.

SÎWANEK JI BO ÇETEYAN

Gelek aliyan hevkariya dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ'ê re belge kirine, weke rojnameya ‘Taraf’ a Tirkî ku di Îlona 2014'an de hat sekinandin û berpirsê wê hat girtin.

Ew rojname di raporeke xwe de got, bi çeteyên DAIŞ'ê re çek û cebilxaneyên Tirkî hatine desteserkirin. Di wê raporê de behsa desteka dewleta Tirk ji bo çeteyên DAIŞ'ê, eşkere dike.

Malpera Nordic Monitor a Siwêdî jî, di Kanûna 2020'an de der barê çalakiyên MÎTa Tirk û dosyayên dadgeha tawanê ya bilind a 23 li Enqerayê ku destek dide DAIŞ'ê belge dike.

Di raporê de tê gotin ku bi zanebûn teqîn li him cebilxaneyên Tirkiyê çêbûne, armanc jî veşartina şûna çekên ku Tirkiyê radestî DAIŞ'ê kiriye.

Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, çeteyên DAIŞ'ê bi nav û alên cuda çalak bûne. Ji ber wê Koalîsyona Navneteweyî par gelek caran li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî li dijî serçeteyên DAIŞ'ê êriş pêk aniye.

Yek ji jinên ji girtîgeha çeteyan li Girê Spî rizgar bûye ya bi navê ‘H.M’ ev got: “Di girtîgehê de 42 jin hebûn, li girtîgehê serçeteyên jin, 2 ciwan û 6 zarokên DAIŞ'ê hebûn, ew bi fermana MÎT'ê çûn Tirkiyê.”

 ‘H.M’ ev tişt anî ziman: “Gelek jinên DAIŞ'ê hebûn, ji Japonya, Rûsya, Şîşan, Korya û Tirkiyê, li gor me bihîst, ew jinên DAIŞ'ê ji kampa Holê bi rêya sarîcên sotemeniyê ji bo Girê Spî hatine revandin û ji wir derbasî Tirkiyê bûn.

Em dikarin bêjin ku Serêkaniyê taybet taxa Zorava ‘Hewarna’ bûye stargeha çeteyan, li gor nêzîkatî û cilên wan piraniya wan çeteyan ji kampa Holê, Baxoz û Dêra Zorê hatine."

Di heman çarçoveyê de, yek ji serçeteyên DAIŞ'ê ku berpirsê plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bû, ku di 25 Kanûna 2021'an de li ser destê şervanên QSD'ê hat girtin diyar kir ku wan çek ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de digirtin.

Li aliyê din, berpirsê Komîteya Têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Ciwan Îso ji ajansa me re axivî û got: “Ji dema dagikirina Serêkaniyê, binpêkirinên rojane li hember şêniyan dewam dikin. Di heman demê de şerê di navbera çeteyan jî didome. Ev yek bandoreke neyînî li herêmê bi giştî dike û rê li ber koçberiyê vedike."

Îso anî ziman ku herêm bûye qada şerê navxweyê yê di navbera çeteyan de û destnîşan kir, ev yek jî zêdebûna sûcên qetilkirin û revandinê ku ji aliyê rêxistinên hiqûqî ve hatine belgekirin, eşkere dike.

Li Serêkaniya weke hemû bajarên din ên dagirkirî, bi sedema siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina tevliheviyê li herêmê, gendelî heye û rewşa aborî xirab bûye, aramî têk çûye.

Li gor berpirsê Komîteya Têkliyên Derve ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso, dewleta Tirk a dagirker plan û siyasetên xwe bi rêya El-Qaîda û DAIŞ pêk tîne.

(şt)

ANHA