Rojnamevan Halit Ermiş: Tirkiyê ji bo binkeftina xwe veşêre rojnamevanan digre

Rojnamevan Halit Ermiş diyar kir ku ragihandina azadî rastiya şerê li Zapê û binkeftina dewleta Tirk a ku dixwaze veşêre, eşkere kir. Her wiha anî ziman ku bi girtina rojnamevanan nikare rastiyê veşêre.

Rojnamevan Halit Ermiş: Tirkiyê ji bo binkeftina xwe veşêre rojnamevanan digre
17 hezîran, 2022   00:30
NAVENDA NÛÇEAN

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê rejîma serwer ve bê navber dewam dike.

8'ê Hezîranê polîsên dewleta Tirk  girtin ser malên rojnamevanên Kurd û 20 rojnamevan girtin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, hêzên ewlekariyê Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Edîtorê MA'yê Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên sewqî Dadgeha Sûlhê ya Nobetdar hatin kirin, hatin girtin.

Li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas, dewleta Tirk dewleteke desthilatdar e, rejîma wê ya bi serkêşiya Erdogan Tirkiyê kiriye girtîgeha herî mezin a rojnemvanan li cîhanê.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi sedan rojnamevan bi tawanên terorê tên cezakirin.

 

'RAGIHANDINA AZAD DENGÊ HEQÎQETÊ YE'

Rojnamevan Halit Ermiş li ser mijarê diyar kir ku heger li Tirkiyê be an Bakurê Kurdistanê be, ragihandina azadî her tim li hemberî zext û destdirêjiya dewletê rû bi rû ye, ji ber ku deng û minbira heqîqetê ye, rastiya kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd ji raya giştî re radighîne.

'JI BO RASTIYA WAN NEYÊ EŞKEREKIRIN, ROJNAMEVANAN DIGIRE'

Têkildarî girtina rojnamevanên Kurd, Halit Ermiş destnîşan kir ku ragihandina azad di oxira derxistina heqîqetê de bi dehan şehîd dan û got: "Li Bakurê Kurdistanê bi sedan hevalên me yên rojnamevan hatin girtin. Rojekê jî dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî rojnamevanên ranewestandiye."

Ermiş anî ziman ku rejîma Tirk rojnamenên Kurd digire da ku heqîqet eşkere nebe, tu medyayên dun tunene ku rastiya dewleta Tirk ji cîhanê re eşkere bike û naxwaze tu saziyeke din a ragihandinê derveyî siyansetên wê kar bike.

'YÊN SIYASETÊN WÊ REXNE DIKIN, TÊN GIRTIN'

Ermiş destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê ragihandina azad bûye dengê heqîqeta têkoşîna gelê Kurd ê ku ji ber zulm û dagirkeriya dewleta Tirk azaran dikişîne û wiha dom da axaftina xwe: "Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê terora dewletê di asta herî jor de ye. Tirkiyê ne tenê şerê gelê Kurd dike, lê heman demê êrişî tevahî navend û saziyan kurdan dike. Yên ku siyasetên dewletê rexne dikin û dengê xwe radikin, rastî êriş, lêdan û girtinê tên."

'DIXWAZE TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE'

Rojnamevan Halit Ermiş têkildarî rola ragihandina kurdî di derxistina rastiyan de wiha axivî: "Ragihandina azad rastiya şerê li Zapê û binkeftina dewleta Tirk a dagirker a li wir  eşkere kir. Lê ragihandina Tirk hemû rûdanên li wir ji gel û civaka Tirk re vedişêre, dixwaze binkeftina xwe ji cîhanê re veşêre. Her wiha ragihandina azadî plan û armancên dewleta Tirk a ku dixwaze veşêre, eşkere kir. Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişî wê dike."

Ermiş bal kişand ser şerê li Zap, Avaşîn, Garê û Zagrosê û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk çekên kîmyewî li wir bi kar anîn. Ev sûcekî şer li dijî gelê Kurd e. Ragihandina azad rastiya li wir jî cîhanê re ragihandin ku Tirkiyê li wir bi bin ket, ragihandina azad jî ev binkeftin ji cîhanê re nîşan da, dewleta Tirk ji vê yekê aciz e. Ji ber ku eşkerekirina rastiyan wê ber bi hilweşîn û têkçûnê ve dibe."

'DEWLETA DAGIRKER JI RAGIHANDINA AZAD DITIRESE'

Ermiş da zanîn ku Tirkiyê hewl dide bi veşartina rûyê xwe yê rast ji binkeftinên xwe bireve û dengê ku rastiya wê eşkere dike qut dike. Halit Ermiş got: "Ji ber wê em dibînin ku îro êrişî ragihandina azad dike, ji ber ku jê ditirese û dixwaze binkeftina êrişên xwe vedişêre."

'AKP DEST DANIYE SER HER TIŞTÎ'

Rojnamevan Halit Ermiş diyar kir ku hikumeta AKP'ê ya bi serkêşiya Erdogan hemû kesên muxalif ên li Tirkiyê digire û tu ragihand li wir nine ku bibe dengê civakê û got: "Erdogan dest daniye ser her tiştî, li beramberî wê eniyek heye ew jî ragihandina azad e ku sûc û planên wê yên qirêj ên li herêma Rojhilata Navîn derdixîne holê."

'JI RÊBER OCALAN DITIRSE'

Ermiş destnîşan kir ku ne tenê rojnamevan tên destgîrkirin, heman demê siyasetmedar û kesayetên civakî jî tên gitin û wiha domand: "Bi hezaran di girtîgehan de girtî ne, çima tên girtin? Ji ber ku dîktatoriya Erdogan qebûl nakin.  Tevî hemû kiryaran gelê Kurd gav paşde navêje. Beriya çend rojan li dijî tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan li Gemlîkê meşeke ji bo çûna Îmralî hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes çûn Gemlîkê. Dewleta Tirk ji rihê şoreşgerî yê zindî yên li gel gelê Kurd û rêber Ocalan ditirese."

'HILBIJARTIN NÊZÎ BÛNE, ERDOGAN HEWCEDARÎ BÊDENKIRINA TEVAHIYAN E'

Ermiş diyar kir ku dewleta Tirk baş dizane ku meşa Gemlîkê dê hêzê bide muxalifên Erdogan, li Tirkiyê faşîzmek heye ku her kes bi tirse ku gotinekê li dijî dewletê bike û got: "Ditirese ku gelên din bandor bibin û li dijî siyasetên antîdemokratîk û qeyrana aborî ya ku Tirkiyê ber bi ketinê ve dibe, xwepêşandanan li dar bixin."

Halit Ermiş anî ziman ku hilbijartinên serokatiya Tirkiyê nêzîk bûne, pê re dengên li hemberî Erdogan bilind dibin, ji ber vê yekê Erdogan dixwaze her kesî bêdeng bike.

Rojnamevan Ermiş bi domdarî got: "Ragihandina kurdî rastiya gelan radighîne û li dijî zulm, zordestî û kiryarên Erdogan û Bahcalî banga yekitî û hevgirtinê li gelên Tirkiyê dike. Qedera gel ne ku di bin zulma faşîzmê de bijî.  Dewleta Tirk dibîne çawa civak bi xîtaba ragihandinê bandor dibe, ji ber vê yekê dixwaze wê bêdeng bike."

'NIKARE DENGÊ HEQÎQETÊ QUT BIKE'

Halit Ermiş di dewama axaftina xwe de got: "Erdogan bi girtina 20 hevalên me nikare rastiyê veşêre û nikare me bêdeng bike, ji ber ku dengê me dengê heqîqetê û nikare van rastiyan binixumîne. Divê ciwanên Kurd fam bikin ku dagirker hewl dide komkujiyan li dijî gelên wan pêk bîne û sûcên xwe veşêre, ji ber vê yekê divê cihê rojnamevanan bê dagirtin."

Rojnamevan Halit Ermiş da zanîn ku divê her kurdek dildar be û wekî rojnamevan kar bike û li cihê ku binpêkirin têne kirin eşkere bike û got: "Gelek kenal û ajansên kurdî hene divê van rastiyan eşkere bikin, bila dewleta Tirk bizanebe ku çiqasî kuştin, îşkencekirin, lêdan û girtinê bike nikare rastiyan veşêre. Divê heqîqet were ragihandin, bi vî awayî em dikarin tevahî planên dagirkeran ên bêdengkirina rojnamevanan pûç bikin."

ANHA