Di çalakiya konvedanê a li Reqayê de: Em ê herêmên xwe biparêzin

Çalakiya konê eşîran a  li bajarê Reqayê di roja xwe ya 3'an de ye. Eşîrên Reqayê teqez kir kirin ku ew dagirkeriya Tirk qebûl nakin û piştgirî didin QSD'ê. Her wiha piştrast kirin ku ew ê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Di  çalakiya konvedanê a li Reqayê de: Em ê herêmên xwe biparêzin
Di  çalakiya konvedanê a li Reqayê de: Em ê herêmên xwe biparêzin
Di  çalakiya konvedanê a li Reqayê de: Em ê herêmên xwe biparêzin
Di  çalakiya konvedanê a li Reqayê de: Em ê herêmên xwe biparêzin
Di  çalakiya konvedanê a li Reqayê de: Em ê herêmên xwe biparêzin
16 hezîran, 2022   14:53
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêxistinên civaka sivîl, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, MSD'ê û şandeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana konê çalakiyê ya li Reqayê kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê QSD'ê fermandar Hisên Koçer axivî û got:"Çanda piştgiriyê ji berê ve li cem eşîran heye, ev çand dîrokê tîne bîra me, gelek mînakê wê hene. Bi piştgirî û seferberiyê me Osmanî ji herêmê derxist û bi heman rêbazê hemû pêkhate bûn yek û em ê dagirkeran ji Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Idlibê derxin."

Hisên Koçer anî ziman ku Erogan û çeteyên wê yên ji DAIŞ'ê dixwazin li Sûriyê û Rojhilata Navîn dagirkeriya Osmanî vegerînin, lê îro bi seferberiya eşîra û hevgirtina pêkhateyên herêmê dê rê nedin ku xaka were dagirkirin.

Hisên Koçer teqez kir ku QSD'ê amadeye bersiva her êrişekê bide û bi bîr xist ku hêzên hikûmeta Şamê li ser sînor hene, lê wan yek gule li hember dagirkeriya Tirk neteqandine.

Ji fermandarên QSD'ê Hisên Koçer di dawiyê  de diyar kir ku dê pêkhateyên herêmê parastina xaka xwe bikin û fikrê neteweya demokratîk li seranserî Sûriyê belav bikin û ev tişt anî ziman:"Aloziya Sûriyê bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser nayê çareserkirin."

/ar/uploads/files/2022/06/16/130937_fysl-alsalm.webp

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel El-Salim jî got:"Em aştîxwazin û şer naxwazin, lê eger bê xwestin em amade ne parsatina xwe bikin."

/ar/uploads/files/2022/06/16/130918_abd-alhkym-alzahr.webp

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê Ebdulhekîm El-Zahir jî got: "Erdogan aloziyên xwe derbasî herêmên me dike û dixwaze weke bapîrên xwe li herêmê zulm û nezanî belav bike. Lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ji bo artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bibe goristan."

El-Zahir diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin parastina xak, destkeftî û şoreşa neteweya demokratîk bikin.

Endamê Komîteya Karûbarên Civakî û Kar a Meclisa Sivîl a Reqayê Îsa El-Şêx jî diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriya Osmanî li ber  xwe bidin û bal kişand ser kiryarên Osmaniyan ên ber li hember gelên herêmê.

Îsa El-Şêx got: "Divê ji bo parastina xaka xwe em asta têkoşînê bilind bikin û em bêjin ku QSD'ê ne bi tenê ye, em hemû ji parastina xak û Rêveberiya Xweser mertal in."

Serdana şandeyan ji bo  dewam dike û tê payîn eşîrên Reqayê îro bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe bînin.

(şt)

ANHA