​​​​​​​Cezayê girtîgehê li rojnamevan Arslan hate birîn

Li Nûçegihanê DÎHA’yê ya ku bi KHK’ê hatibû girtin, Mehmet Arslan salek û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

​​​​​​​Cezayê girtîgehê li rojnamevan Arslan hate birîn
16 hezîran, 2022   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi îdiaya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ li nûçegihanê DÎHA’yê ya ku bi KHK’ê hatibû girtin,  Mehmet Arslan doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ya 3’emîn hate kirin.

Heyeta dadgehê bi îdiaya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Arslan birî, biryar da ku hikum were paşxistin.