‛Sema Yuce li dijî destpotiya dewleta Tirk a faşîst şoreş li dar xist’

Sema Yuce di salvegera şehadeta xwe ya 24’emîn de li Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê hat bibîranîn. Di bîranîna de hate gotin, Sema Yuce li dijî destpotiya dewleta Tirk a faşîst şoreş li dar xist.

‛Sema Yuce li dijî destpotiya dewleta Tirk a faşîst şoreş li dar xist’
16 hezîran, 2022   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, salvegera 24’emîn a şehadeta têkoşer Sema Yuce ye ku agirê Newrozê di 21’ê Adara 1998’an de careke din pêxist. Bi agirberdana canê xwe Sema Yuce şoreşa li dijî destpotiya dewleta Tirk a faşîst ragihand û di 17’ê Hezîrana heman salê de ji ber ku dewleta Tirk nehişt tedawî bibe, gihaşt asta şehadetê.

Ji bo bîranîna şehîd Sema Yuce Kongra Star bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê semînerek da. Tê de têkoşîna şehîd Sema Yuce hat nirxandin û peyamên wê hatin xwendin. Di semînerê de şênî, endamên Kongra Star û saziyên sivîl ên navçeyê amade bûn.

Semîner bi xwendina peyama têkoşer Sema Yuce ji hêla endama rêveber a Kongra Star Madlên El-Ubêd ve dest pê kir.

Di semînerê de endama rêveber a Kongra Star Gulîxan Tahir wiha got: "Em Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan şehîd Sema Yuce ku di girtîgeha dewleta Tirk de agir bi canê xwe xistiye bi bîr tînin. Ew çalakî mîna çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan li dijî leşkerên Tirk ên faşîst pêk aniye ye. Bi wê re Sema Yuce Newroz û mîladeke nû ji tevgera jinan re vejand."

PIŞTGIRIYA BERXWEDANA GIRTÎGEHAN

Girêdayî heman mijarê, Kongra Star a Girê Spî semînerek da.

Semîner li navenda Kongra Star a li Eyn Îsa hate dayîn, tê de bi dehan jinên navçeya Eyn Îsa û koçberên ji Girê Spî beşdar bûn.

Di semînerê de endama rêveber a Kongra Star Emîre El-Omer şehîd Sema Yuce û tevahî şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn.

Emîre El-Omer wiha got: "Têkoşer Sema Yuce di çarçoveya berxwedana girtîgehan ya li hemberî destpotiya faşîsta dewleta Tirk a dagirker, zextên tund ên dermirovî yên li girtiyan û têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re agir bi canê xwe xist."

Emîre El-Omer soz da ku ew li ser şopa şehîdên têkoşer heta pêkanîna azadiya gelan bimeşin.

Endama rêveber a Kongra Star Xilûd El-Cedo semîner bi rê ve bir, tê de behsa merheleyên têkoşînê ku Sema Yuce pêk aniye û heta girtina wê ya bêserûber û hov ji hêla desthilatên Tirk ve, kir.

ŞEHÎD SEMA YUCE ISRAR KIR BIBE ŞERVANA NIMÛNE

Li Kobanê civînek ji bo xwendina peyamên şehîd Sema Yuce ji kurdan re beriya şehadeta wê hate lidarxistin. Endama rêveber a Akademiya Şehîd Şîlan a li Kobanê Hedle Osê ve hate birêvebirin.

Piştî peyam hate xwendin, endama Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Denîz Firat bal kişand ser têkoşîna şehîd Sema Yuce û wiha got: "Şehîd Sema Yuce bindestî û zulma li ser gelê xwe bi taybet li ser jinan qebûl nekir. Ji têkoşerên destpêkê yên tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye."

Denîz Firat wiha domand: "Ji lew re dema tev li tevgerê bûye, israr kir ku bibe şervaneke nimûne, ji ber pir ji gel û welatê xwe hez dikir. Ji doza xwe pir hez dikir, bi fikir û felsefeya rêberê xwe Abdullah Ocalan ve pir girêdayî bû."

Denîz Firat li dawiyê got şehîd Sema Yuce red kir ku dijmin têkoşîna wê rawestîne û jinan kontrol bike, her wiha red kir ku gelê wê li ser xaka xwe azad nejî û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Sema Yuce li hember hemû armancên dewletên desthilat ku dixwestin kurdan têk bibin da ku di nava dîrokê de werin windakirin, sekinî."

(fr)

ANHA