Li Tebqayê çalakiyek li dijî  tundî û sûcên qetilkirina jinan hate lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê li dijî tundî û qetilkirina jinan çalakiyek li dar xist.

Li Tebqayê çalakiyek li dijî  tundî û sûcên qetilkirina jinan hate lidarxistin
16 hezîran, 2022   13:54
TEBQA

Pêngava Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bi diruşma "Xwe bi rêxistin bike, li ber xwe bide û azadiya xwe bi dest bixîne" dewam dike.

Meclisê têkildarî tundiya li ser jinan û qetilkirina wan çalakiyek li Tebqayê li dar xist. Nûnerên jin ên Rêveberiya Sivîl, partiyên siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan û meclisên leşkerî yên Tebqayê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de cîgira Seroka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nuha El-Şiêtî daxuyanî xwend û got: "Çalakiya me ji bo şermezarkirina sûcê qetilkirina jinan hatiye lidarxistin."

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê anî ziman ku tevî têkoşîna jinan a bi salan a ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe li hemberî zihniyeta desthilatdar a baviksalarî, hîna tundiya plankirî li dijî wan tê kirin û di şer û aloziyan de ya herî zêde ziyanan dibîne jin in.

Her wiha hate diyarkirin ku tevî mercên zehmet ku herêm tê re derbas bûye, zehmetî û belavkirina fikirê tundraw ê çeteyên DAIŞ'ê lê jinan karibîn rabin ser xwe, careke din xwe îsbat bikin û rola xwe ya aktîv di hemû qadan de pêk bînin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiyê de diyar kir ku pêwîste saziyên têkildarî jinan ji bo parastina jinan û mafên wan û rêxistinkirina wan berfirehtir bikin.

ANHA