Çalakiya konvedanê ya Kongreya Îslama Demokratîk di roja duyemîn de ye

Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê ya ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk ve hatiye lidarxistin di roja duyemîn de dewam dike. Beşdarên çalakiyê li dijî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker banga xurtkirina têkoşînê kir.

Çalakiya konvedanê ya Kongreya Îslama Demokratîk di roja duyemîn de ye
16 hezîran, 2022   12:49
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh ji bo şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyaseta guhartina demografîk ku li herêmên dagirkirî têne kirin, çalakiyeke konvedanê da destpêkirin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, oldarên misliman, mele û îmamên mizgefan, nûnerên saziyên civakî, siyasî û sivîl amade bûn.

Kon bi pankartên "Îslam ola dilovanî û aştiyê ye", "Êrişên dewleta Tirk dagir kirin, kuştin û şer e"  û "Ji Erdogan û komên wî yên tirksûrî re : Kurdistanê dê ji bo dijminên mirovahiyê bibe bend" hate xemilandin.

Di çalakiya îro de Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd Xerzanî axivî û got: "Hemû kesên li vir  bira ne û di heman êşê de hevkar in. Biratiya olî û ya mirovî bi salan dewam kir."

Xerzanî bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên herêmê de û wiha domand: "Têkiliyên hezkirin û hevgirtinê di navbera pêkhateyan de dewam kir. Ferq di navbera Kurd, Ereb, Misliman, Xiristiyan û Cihû de tune ye. Her yek li ser dînê xwe ye û her yek li hemberî mafê yên din rêzdar e. Dewleta Tirk hewl dide fitneyê derxîne û siyasetên xwe yên desthilatdar ên li ser derew û xirabiyê hatiye avakirin, belav bike."

Xerzanî bal kişand li ser sûcên li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de û got: "L tevahî herêmên dagirkirî yên ji aliyê Tirkiyê ve tên birêvebirin rêveberî û îrade tune ne. Divê em bizanibin ku kuştin û wêrankirin dawî li aloziyê nayîne."

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de got: "Em tevahî eşîre, oldar û saziyên sivîl û partiyên siyasî di bin vî konî de kom bûne ji ber êşa me yek e û hêviya me ya yekane bi rêya berxwedana hevpar xilasî ye."

Endama Kongra Star Saliha Keleş jî axivî, îşaret bi fedekariyên şehîdan kir û got: "Divê li hemberî van fedekariyan em erkên xwe bi cih bînin. Ne wisa be wê dewleta Tirk a dagirker her tim êrişî herêmên me bike."

Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa TEV-DEM a Qamişlo Ayîd Îbrahîm îşaret pê kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di bin navê ola îslamê de cûdahiyê di navbera gel û olan de çêdikin. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarin biratiya gelan û îradeya wan têk bibe.

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de ji bo ewlehî û aştyia gelan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Çalakî dewam dike.

ANHA