​​​​​​​Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî

Kongra Star li kantona Qamişlo di salvegera 24`emîn a şehadeta wê de, şehîd Sema Yuce bi bîr anî.

​​​​​​​Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî
​​​​​​​Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî
​​​​​​​Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî
​​​​​​​Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî
​​​​​​​Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî
16 hezîran, 2022   11:17
QAMIŞLO

Sibe (17 Hezîran) salavegera 24`emîn a şehadeta têkoşer şehîd Sema Yuce ye. Şehîd Sema di 21`ê Adara 1998`an de li girtîgeheke dewleta Tirk a faşîst agir berda bedena xwe û di 17`ê Hezîrana heman salê de şehîd bû.

Şehîd Sema Yuce sala 1971`an li Agiriyê ji dayik bûye, piştî ku tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin. Li ser wê yekê, beriya 24 salan di girtîgehê de agir berda bedena xwe û gihîşt asta şehadetê.

Ji bo bîranîna şehîd Sema, Kongra Star îro li navenda xwe ya li navçeya Amûdê semînerek li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên Kongra Star û endamên navendên sivîl ên navçeyê tev li semînerê bûn. Endama Kongra Star a navçeyê Nûra Hisên nameya şehîd Sema Yuce xwend.

Endama Kongra Star Mira Zoro jî anî ziman ku şehîd Sema Yuce li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker, agir berda bedena xwe û gihaşt asta şehadetê. Di dawiyê de Mira Zoro li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan kir.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mTLVqqQgsNQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê, Kongra Star li navçeya Çilaxa semînerek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl ên Çilaxa û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên navçeyê tev li semînerê bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Emanî Şêx û endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Bêrîvan Şaristan nameya şehîd Sema Yuce bi zimanên kurdî û erebî xwend.

Di nameyê de kurtejiyana şehîd Sema Yuce, rêwîtiya wê ya di nav refên tevgera rizgariyê û redkirina siyaseta dewleta Tirk a dagirker hate destnîşankirin.

Semîner bi sloganên "Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana jina azad" bi dawî bû.

(eh)

ANHA