Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Êrişên li ser Şengalê berdewama êrişên DAIŞ`ê ne

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş berdewama êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê û derbkirina projeya demokratîk a gelên herêmê ye.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Êrişên li ser Şengalê berdewama êrişên DAIŞ`ê ne
16 hezîran, 2022   11:10
KOBANÊ

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên duh li ser navçeya Sinûnê ya Şengalê pêk anîne, bertekên tund derketin.

Duh di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser Meclisa Gel a navçeya Sinûnê û bazara navçeyê de, zarokê bi navê Salih Şivan Xidir Naso û bapîrê wî Xidir Naso şehîd bûn û 6 kesên din û di nav de rojnamevanek birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî mijarê îro li pêş avahiya meclisa rêveber a li bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa qanûnsaz a herêma Firatê Mihemed Hemdan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişa duh a balafirên dewleta Tirk a bi hevkariya hin hêzên kurdisatanî yên li dijî navçeya Sinûnê, berdewama êrişên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê û qirkirina komî ya li dijî civaka êzidî ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi dorpêçkirina projeya demokratîk a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê, armanc dike ku planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne, herêmên din dagir bike û hegemonyaya xwe li ser gelên herêmê ferz bike. Her wiha aramî û ewlehiyê têk bibe.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em êrişên dewleta Tirk li ser gelê me yê Şengalê şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bike, êrişên dewleta Tirk rawestîne û rê li komkujiyên li dijî gelê me bigire. Em li kêleka gelê Şengalê ne.”

ANHA