Şêniyên Qamişlo piştgirî da QSD'ê: Em ê bi hev re li ber xwe bidin

Şêniyên Qamişlo piştgiriya xwe bi her biryarên QSD'ê re anîn ziman û û diyar kirin ku ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriyê wan berxwedana gel esas girtine.

Şêniyên Qamişlo piştgirî da QSD'ê: Em ê bi hev re li ber xwe bidin
16 hezîran, 2022   06:01
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Piştî ku deverên dagirkirî kirin çavkanî û jêdera terorê, serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan bi bihaneya "herêma ewle", gefa dagirkirina herêmên din xwar.

QSD'ê di civîna ku 7'ê vê Hezîranê li gel bi meclisên leşkerî li dar xistibû de destnîşan kir ku êrişa dagirkeriya Tirk a gengaz dê aramî û yekitiya xaka Sûriyê têk bibe.

Di civînê de helwesta şêniyên herêmê yên piştgirî dan QSD'ê hat silavkirin û ji wan hate xwestin ku piştgirî û yekitiya xwe bi QSD'ê re bidomînin.

'EM Ê BI ÎRADEYA XWE LI BER XWE BIDIN'

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Nezîr Remo piştgiriya xwe ya ji tevahiya biryarên QSD'ê re yên ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilayê Sûriyê, teqez kir û got: "QSD'ê li ba tevahiya gelên herêmê hêzeke pîroz e û em tev amade ne ku piştgiriyê bidin berxwedan û birayrên wan bikin ku ji bo parastina herêmê didin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dijmina hemû gelan e."

QSD'ê di civîna xwe de her wiha bandora "destwerdana tirkî" li şerê li dijî DAIŞ'ê nîqaş kir û wiha xuya kir: "Metirsiya sûdwergirtinê yên DAIŞ'ê ji rewşên dawî nexasim ji êrişên dagirkeriya Tirk zêde bûn."

Remo anî ziman ku di mijara xeteriya vejandina DAIŞ`ê de bi QSD`ê re di heman fikarê de ye û got: "YPG, YPJ û QSD'ê herêmên me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û niha jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya êriş û gefên xwe wan çeteyan di bin navê 'herêma ewle' de ji nû ve vejîne, lê ya rast eger ev yek pêk were dê herêmê veguherîne naveneke ji tevahiya terorîstên cîhanê re."

Nezîr Remo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tevahiya pêkhateyên herêmê dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker di xendekekê de li ber xwe bidin û bang li keç û xortên herêmê kir ku tev li QSD'ê bibin û wiha berdewam kir: "Em ê taxên xwe ji MIT'a dagirkeriya Tirk bi rêya piştgiriya xwe ya bi QSD'ê re di aliyê manewî û ewlekariyê de, biparêzin. QSD'ê dê bi çekê xwe li ber xwe bide, em ê jî bi îradeya xwe li ber xwe bidin."

'EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN HÊZÊN XWE'

Welatiya bi navê Semîra Mihemed berxwedana şervanên QSD'ê ya li hember dagirkeriya Tirk silav kir û teqez kir ku ew rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Semîra Mihemed balkişand ser civîna QSD'ê ku tê de hat xuyakirin ku şer dê ne tenê li herêmên armanckirî be lê ew ê derbasî tevahiya deverên Sûriyê yên dagirkirî bibe û got: "Em bi vê biryarê re ne û em ê piştgiriyê bidin hêzên xwe ji bo tevahiya deverên dagirkirî rizgar bikin û em ê li hember êrişên nû yên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin."

Semîra Mihemed her wiha anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêrin îrade û hêza xwe û destnîşan kir ku dê şer derbasî cîhanê bi giştî bibe.

'DEWLETA TIRK ŞERÊ RÊVEBERIYA XWESER DIKE'

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Nîzamedîn Nûrî Hisên diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze şerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike ku bi îrade û berxwedana gelan hatiye avakirin û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker destpêkê Efrîn piştre Serêkaniyê û Girê Spî bi bihaneyên nerast dagir kirin û niha jî dixwaze deverên din dagir bike."

Hisên bang li hikumeta Şamê kir ku xwedî li erka xwe ya neteweyî derkeve û piştgiriyê bide QSD'ê ji bo xaka Sûriyê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêze û got: "Divê tevahiya gelên herêmê ji bo têkbirina êrişên Osmanî hevgirtina  xwe xurttir bikin."

 (mh)

ANHA