​​​​​​​Li Hewlêr balafirek ket xwarê

Li Hewlêrê balafirek bêmirov kete xwarê û ji bo zanyarî li ser balafirê neyê eşkerekirin asayîşa Hewlêrê parçeyên balafirê kom kirin.

​​​​​​​Li Hewlêr balafirek ket xwarê
15 hezîran, 2022   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hewlêrê piştî nîvro balafirek bêmirov ku tê gotin balafira keşfê ya leşkerî ye, xwe li dîrekek ya xeta  înternetê da û li gundê Gircutyarî yê girêdayî navçeya Enkawe ket xwarê.

Hêzên asayîşê berê xwe dan cihê bûyerê û daxwaz ji welatiyan kirin ku parçeyên balafirê yên ketine li ser malê wan radestî hêzên asayîşê bikin. Hêzên asayîşê hemû parçeyên balafirê kom kirin û ti zanyarî di der barê ketina balafirê de parve nekir.

Çavkanî: Rojnews