Li Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiya konvendanê dest pê kir

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Îslama Demokratîk konê çalakiyê li Qamişlo veda.

Li Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiya konvendanê dest pê kir
15 hezîran, 2022   14:27
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ewlehî û aramiya herêmê, li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo kon vegirt. Çalakiya bi  kon dê 4 rojan dewam bike.

Kon bi pankartên bi nivîsa "Îslam ola dilovanî û aştiyê ye", "Êrişên dewleta Tirk dagirkirin, kuştin û şer e" , "Ji Erdogan û komên wî yên tirksûrî re : Kurdistanê dê ji bo dijminên mirovahiyê bibe bend" hate xemilandin.

Oldarên îslamî, meleyên mizgeftan, nûnerên olên din ên li herêma Cizîrê, nûnerên saziyên civakî, siyasî û sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevserokê Kongreya Îsalama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd El-Xerzanî axivî û got, komên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka buhara ereban ve dest bi hilweşandin û tirsandina mirovan kir.

El-Xerzanî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirekr komên xwe yên di hundirê avahiyên mêtîngeriyê de û welatiyên di hundirê kampan de keysbaz dike da ku aramiyê têk bibe, her wiha sûcên xwe bi navê ola îslamê dewam bike û bi ayetên Qurana Pîroz û hedîsên pêxember bilîze."

El-Xerzanî di berdewamiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku ji destpêka ku kantona Efrînê hate dagirkirin ve, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên kuştin, hilweşandina malan, guhertina demografiyê pêk tîne da ku Mîsaqî Millî zindî bik.

Her wiha endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Seroxan jî behsa êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk kir û wiha got: "Erdogan gawirê rasteqîn û terorîst e ku terora xwe bi rêya çeteyan û di bin navên îslamî de birêxistin dike. Armanc ji sûcên ku dike, dagirkirina herêmên nû ye da ku siyaseta xwe pêk bîne û gelê Tirkiyê beriya hilbijartinan razî bike."

Paşê endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El-Mihêmîd jî wiha axivî: "Ji rêberê mezin Abdullah Ocalan re, gel bi hemû pêkhateyên wî fikr û felsefeya te nas kir û stratejiya te ji xwe re esas girtiye."

El-Mihêmîd wiha domand: "Em teqez dikin ku Îslam ji dewleta Tirk a dagirker dûr e. Ew nîşaneyeke reş li ser eniya mirovahî û Îslamê ye. Bi navê Îslamê zarokan dikuje, xakê dagir dike û Qurana Pîroz û gotinên pêxember reş dike. Îslam dê li hember wan bisekine heta ku bi bin bikeve."

Her wiha Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi navê îslamê aramî û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xira dike, avahiyên mêtîngerî li Efrînê ava dike da ku gelan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Piştre Cîgira Sekretariya Partiya Yekitiya Niştimaniya Azad Huda Şêxmûs jî destnîşan kir ku gefên têne xwarin ne tenê li dijî Kurdan  in, heman demê li dijî hemû pêkhateyan e.

Huda Şêxmûs wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûc û binpêkirinên cûda li dijî şêniyên resen pêk tîne. Avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava dike da ku penaberên sûrî di wan de bi cih bike û bi vê yekê demografiya herêmê li beramberî çavên cîhanê diguhere."

Çalakiya konvedanê ji saet 09:00`an dest pê dike û heta 12:00`an didome. Danê êvarê jî ji saet 16:00`an dest pê dike û heta 20:00`an didome.

(bx)

ANHA