Jinên Til Rifetê fêrî bikaranîna çekan dibin

Li navçeya Til Rifetê jin li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker rêgeza şerê gel ê şorşgerî pêk tînin û xwe fêrî bikaranîna çekan dikin.

Jinên Til Rifetê fêrî bikaranîna çekan dibin
15 hezîran, 2022   05:57
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Gefên serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li dijî Til Rifet û Minbicê, berdewam in.

Tê zanîn ku gundên kantona Şehbayê ji bêhtirî 4 salan ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Heta niha li kantona Şehbayê, 3 komkujî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk hatine û temenê piraniya şehîdan jî di jêr 15 salan de ye.

Li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî ya di çarçoveya parastina cewherî de, bi dehan jin ji temen û pêkhateyên cuda bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tev li perwerdeya fêrkirina bikaranîna çekan bûne.

Jinên ku tev li perwerdeyê bûne ji ajansa me re destnîşan kirin ku ew amade ne bajarê Til Rifet û kantona Şehbayê biparêzin û di eniyên pêş ên şer de li kêleka hêzên ku herêmê diparêzin cihê xwe bigirin.

'EM AMADE NE HERÊMÊ JI ÊRIŞ Û GEFAN BIPARÊZIN'

Fatme Elî, diyar kir ku welatî û koçberên di kampan de tevî dorpêça hikûmeta Şamê û êrişên dagirkeriyê berxwedaniya xwe di şert û mercên dijwar de didomînin.

Fatme Elî anî ziman ku jinên efrînî yên ku li bajarê Til Rifetê dimînin xwe li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî ya di çarçoveya parastina cewherî de bi rêxistin dikin û da zanîn ku dagirkeriya Tirk baş nas dike ku jin êdî ji her demê bêhtir birêxistinkirî ne û amade ne heta dawiyê parastina herêmê bikin.

Fatme Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê her kes di vê qonaxê de amade bin û zanibin çekan bi kar bîne û got: "Em ji çekan hez nakin lê pêwîstiya vê qonaxê bi xweparastinê heye."

Girêdayî mijarê, welatiya bi navê Zeyneb Ereb a ku berî çend mehan li navenda Til Rifetê di encama topbarana droneke artêşa Tirk a dagirker de birîndar bibû, wiha anî ziman: "Em wek koçberên Efrîna dagirkirî yên li bajarê Til Rifetê ji bo parastina xwe û herêma xwe ji êrişên dagirkeriya Tirk xwe fêrî bikaranîna çekan dikin."

Zeyneb Ereb her wiha diyar kir ku birîndarbûna wê hişt ku tev li perwerdeyê bibe û got ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

'EM Ê LI KÊLEKA KEÇ Û XORTÊN XWE LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK BISEKININ'

Erîfe Cabo têkildarî mijarê destnêşan kir ku jinên Til Rifetê amade ne ne tenê parastina xwe bikin, lê belê parastina herêmê tevahî bikin û ew ê li kêleka keç û xortên xwe li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin. Her wiha da zanîn ku jin ji hemû temenan tev li perwerdeyê bûn û amade ne bi hemû hêza xwe li dijî metirsiyên li ser herêmê bisekinin.

Erîfe Cabo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jinên şoreşger êdî di hemû aliyan de birêxistinkirî ne û rastiya rewşê nas kirine û xwe li gor bingeha şerê gel ê şoreşger bi rêxistin kirine û got: "Ji ber ku xweparastina çareseriya herî baş a derxistina dagirkeran ji xaka me ye."

(mh)

ANHA