'Çi bibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin'

Şêniyên gundên bakurê Helebê yên li eniya şer bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re teqez kirin ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û dev ji xaka xwe bernadin.

'Çi bibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin'
15 hezîran, 2022   06:57
ŞEHBA - ELÎ GEDRO

Di vê dawiyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber gundên kantona Şehbayê topbaran dikin nexasim piştî gefên Erdogan ên ji bo dagirkirina deverên din ên Sûriyê.

Girêdayî vê mijarê welatiyê bi navê Îbrahîm Ebûd ê ji şêniyên gundê Kefer Anton ê Şehbayê ji ajansa me re wiha anî ziman: "Em rojane li vê herêmê rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li Ezaza dagirkirî cih girtine, tên."

Ebûd axaftina xwe wiha domand: "Topbaran ne kevir, ne jî mirovan nas dike, ew rasterast sivîlan dike armanc û gelek welatî di encama topbaranê de şehîd û birîndar bûn. Her wiha tirsa ku zarokên me dibînin û ziyana ku gihiştiye berhem û zeviyên çandiniyê jî gelek in."

Ebûd di axaftina xwe de îşaret bi îdiaya Erdogan kir ku dibêje şêniyên herêmê li ser "ewlehiya wî ya neteweyî" xeter in û got: "Ya rast ew e ku Erdogan bi xwe bi piştgirîdayîna terorê, li ser tevahiya cîhanê ne tenê herêmê me metirsiyê çêdike."

Ebûd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jiyana wan a rojane radiwestînin û got: "Ew dizanin ku şêniyên vê herêmê debara xwe bi çandiniyê dikin, lê bi obîs û topan zeviyên çandiniyê dikin armanc, ji bo ku me ji çinîna berheman jî mehrûm bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm Ebûd ev yek destnîşan kir: "Çi dibe bila bibe jî, em dev ji xaka xwe bernadin. Em zêdetirî carekê di dîroka aloziya Sûriyê de koçber bûn û em rê nadin ku careke din ji vir koçber bibin. Em li vir li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin û rê nadin wan ku siyasetên xwe yên qirêj li ser me bidin meşandin."

Welatiyê bi navê Ehmed El-Yûsif ê ji şêniyên gundê Kefer Anton topbarana bênavber a li ser gund şermezar kir û diyar kir ku tevî li herêmê sivîl hene jî, dîsa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana xwe didomînin.

El-Yûsif anî ziman ku çete gundên Cibrîn û Kefer Xaşir ji nexweşxaneya bajarê Ezaz ê dagirkirî ve topbaran dikin.

Der barê "herêma ewle" de El-Yûsif diyar ku aramî û ewlehî tenê bi derketina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Sûriyê pêk tê, ne bi dagirkirina wê.

Ehmed El-Yûsif got, tevî rewşên herêmê yên dijwar dîsa jî şêniyên wê li hember dagirkeriyê li ber xwe didin û dê rê nedin ku xaka wan dagir bibe.

Di heman çarçoveyê de koçberê ji Efrînê, Nûrî Henan got: "Hikumeta Erdogan bi dagirkirina xaka Sûriyê, pîvan û nirxên navneteweyî bin pê dike. Ev kiryar wêranker û terorîst in, ne kirinên dewleteke endamê NY`yê ye."

Henan daxuyand ku parastina ewlehiya neteweyî ya dewletekê di nav xaka wê de pêk tê ne li derve û got, Erdogan nirx û pîvanên navneteweyî li ber çavê cîhanê binpê dike lê dîsa jî bêdeng e."

Henan axaftina xwe wiha domand: "Erdogan dixwaze bi dagirkirina Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kurdan tine bike, nîşana vê yekê jî ew e ku bi xwe tîne ziman ku eger konekî kurdan li Afrîkayê hebe jî dê wê hilweşîne."

Henan diyar kir ku eger hinceta Erdogan "ewlehiya neteweyî" be, wê demê dagirkirina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dagirkirina deverên din ên Sûriyê ewlehiya neteweyî ya Sûriyê dixe metirsiyê.

Di dawiya axaftina xwe de Henan ji cîhanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku rê li ber kiryarên Erdogan bigirin û rê nedin ku destwerdana xaka derveyî sînorên xwe bike.

(mh)

ANHA