Biden dê serdana Erebistana Siûdî bike

Li gorî dîwana melekî ya Erebistana Siûdî, Serokê DYA`yê Joe Biden dê Tîrmehê bê serdana Erebistana Siûdî bike û dê civîneke kendavî - urdunî - misrî – iraqî were lidarxistin.

Biden dê serdana Erebistana Siûdî bike
14 hezîran, 2022   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana melekî ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de got: "Li ser vexwendina Qiral Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd, serokê Amerîkayê Joe Biden wê di 15 – 16`ê Tîrmeha bê de  serdana Erebistana Siûdî bike. Serdan ji bo xurtkirina têkiliyên du alî yên dîrokî û hevkariya stratejîk a di navbera qiraltiyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  de ye."

Li gorî daxuyaniya dîwanê, di serdanê de dê civîneke hevbeş ji serokên dewletên Meclisa Hevkariya Dewletên Kendava Erebî, qiralê Urdunê Abdullah El-Sanî, Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî  re were lidarxistin.

(bx)