Îsraîl banga avakirina hêzeke herêmî li dijî Îranê kir

Wezîrê Parastinê Îsraîlê Benny Gantz, îşaret bi girîngiya xurtkirin û avakirina hêzeke herêmî li dijî Îranê û çalakiyên wê li herêmê kir ku ji aliyê DYA`yê ve were birêvebirin û li gelek dewletên ereban pêk were.

Îsraîl banga avakirina hêzeke herêmî li dijî Îranê kir
14 hezîran, 2022   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reuters, îro Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz, beriya serdana Serokê DYA`yê Joe Biden ji herêmê re got, Îsraîl û dewletên ereban der barê rewşa Îranê de bi fikar in û diyar kir ku divê hêzeke hevbeş bi sponseriya DYA`yê were avakirin.

Bernameya nûkleerî û danûstandinên navneteweyî ji bo vejandina peymana 2015`an dê ji dozên ku dibe di nava xebatên Biden de be dema ku serdana Îsraîl û Erebistana Siûdî di meha pêş de, bike.

Li gorî Benny Gantz tişta tê xwestin ne tenê hevkarî ye û got: "Heman demê divê hêzeke herêmî bi pêşengtiya Washingtonê were xurtkirin û ev jî dê cihê hemû aliyên pêwendîdar xurt bike.''

(bx)