Koçberên li Minbicê nerazîbûn nîşanî gef û êrişên dewleta Tirk dan

Koçberên li Minbicê gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên din ji Sûriyê şermezar kir û gotin, dê derfetê ndin ku bihustek ji xaka wan were dagirkirin û dê li hember hemû hewldanên xirakirina pêşeroja zarokên wan mertaleke xurt bin.

Koçberên li Minbicê nerazîbûn nîşanî gef û êrişên dewleta Tirk dan
14 hezîran, 2022   13:42
MINBIC

Koçberên li kampa Şerqî ya gundewarê rojhilat ê bajarê Minbicê têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên li qada kampê kom bûn û daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê rêveberê kampê Mihemed Mensûr ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em  gefên dewleta Tirk ku herêmên nû ji Sûriyê dagir bike, şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi van gefan dixwaze serdema osmanî de zindî bike.

Em siyaseta guhertina demografî jî şermezar dikin. Çi êrişa li ser xaka Sûriyê ragihandina şerekî ye ku dê bê encam nemîne. Weke ku dewleta Tirk li ewlehiya xwe ya neteweyî digere, em jî li jiyaneke bi rûmet û aram digerin.

Ji ber şer me gelek zehmetî kişandin. Piştî aramî li herêmên û herêmên û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye dewleta Tirk careke din gefên xwe li ser herêmê nû dixwe û hewl dide careke din me koçber bike.

Em derfetê nadin dewleta Tirk ku bihustekê ji xaka me dagir bike. Em ê li hember hemû hewldanên ku pêşeroja zarokên me xira bike, mertalekî xurt bin. Em dibêjin na ji şer, zilm û dagirkiriya dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

Em bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî dikin ku li hember van gefan erka xwe ya exlaqî, mirovî û qanûnî bi cih bînin."

Kampa Şerqî di sala 2017`an de ji bo şêniyan herêma Dêr Hafir a gundewarên başûr rojhilatê Helebê, herêma Xefsa ya gundewarên bakur rojhilatê Helebê yên ku ji ber kiriyarên hikumeta Şamê reviyan e, hate vekirin.

(bx)

ANHA