Di konê “Fezet Eşair” de: Eşîrên Firatê bi QSD`ê re ne

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê îro li qada Navenda Çandê ya berê li Reqayê li dijî gefên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê, konê çalakiyan veda. Çalakgeran teqez kir ku ew li pişt QSD`ê ne û ew amade ne erdê xwe biparêzin û li hember êrişan bisekinin.

Di konê “Fezet Eşair” de: Eşîrên Firatê bi QSD`ê re ne
14 hezîran, 2022   12:50

Ji saetên serê sibehê ve şêx û rûspiyên eşîrên Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê û hejmareke şêniyên herêmê û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên li herêmê berê xwe dan konê çalakiyê yê bi dirûşmeya “Fezet Eşair”.

Konê çalakiyan bi pankertên bi nivîsên “Bi berxwedanê em ê dijmin têk bibin, Sûriye ya Sûriyan e, dê Osmaniyên nû wê qirêj nekin, Bimire Mîsaqî Millî” û bi alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat xemilandin.

Di destpêka çalakiyê de bi navê şêx û rûsiyên eşîran, rûspiyê eşîra El-Evadile ya Reqayê Meşleb Derwêş daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xwesreiya Demokratîk zêde dibin, her wiha hincetên ji bo hedefgirtina gelên herêmê yên wekî îdiaya şerê terorê, avakirina herêmên ewle û vegerandina Sûriyan ji aliyê dîktatorê serdemê Recep Tayyîp Erdogan ve dubare tên gotin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku divê ji dîrokê ders bên derxistin, rastiya rejîma dîktator bê zanîn û wiha dewam kir: “Hin sûrî difirkirin ku ev rejîm dost û parêzvanê wan e, wekî opozîsyonê ku veguheriye komên çete yên xizmeta ajandeyên dagirkeriya Tirk dikin. Dewleta Tirk şoreşa gelê Sûriyê veguherand projeyeke kolekirina gelên herêmê û talankirina xêr û bêrên herêmê.”

Hate gotin ku Tirkiye û serokkomarê wê Erdogan bi navê şerê torerê, bi hemû rengan piştgirî da terorîstan ên ku di karên xwe yên terorî de ferq nexistin navbera îxtiyar, zarok û jinên sûrî.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû bajarên Sûriyê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dîroka bixwîn a dewleta Tirk şahid in. Hate piştrastkirin ku QSD`ê teror li herêmê bi dawî kir û aştî, ewlehî û îstiqrar pêk anî.

Îdiayên dewleta Tirk û çeteyên wê yên tirk û sûrî, her wiha bêdengiya navneteweyî, erebî û herêmî jî hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: "Em bi Ereb, Kurd û Suryan û hemû eşîrên herêma Firatê radigihînin ku li kêlek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî hemû şêweyên gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Bang li saziyên navneteweyî û mirovî dikin ku vê rejîmê û çeteyên wê li ser sûcên li dijî gelê me kirine, darizînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate got: "Bila Erdogan û çeteyên wê yên sûrî û yên xwe firotine terorê bizanin ku me tiştên giranbiha dan û em ê di oxira parastina xak, rûmet û azadiya xwe de hîna bêtir bidin, yan azadî yan azadî. Em xwe ji kesê hewl dide çand û hebûna me wêran bike û dîroka Osmaniya Nû vegerîne re natewînin."

Li ser navê eşîra El-Xanim El-Zahir rûspî Îbrahîm El-Hadî axivî û diyar kir ku tevahî eşîrên herêmê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û wiha got: "Biratiya gelan a li herêmê wê bibe parêzvanê herî mezin ji vê xakê re."

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Gel a Hezîme ya rojhilatê Reqayê Xîtam El-Elî ev tişt got: "Ev kon nîşaneya hevgirtina gelan û sekna wan li dijî çi dagirkeriyê ye."

Xîtam El-Elî wiha domand: "Divê civata navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê pêk tine bisekine û sînorekî ji van gefan re deyne."

Şêxê eşîra Ceabat Telal Sêbat jî got: “Berxwedana ji bo bidawîkirina terorê ji bo tevahî şêniyên herêmê bû sembolek, îro jî em ê di parastina vê xakê de bibin sembol.”

Sêbat daxuyand ku ev gef îsrara gelê Sûriyê kêm nakin û dê dagirker nikaribin vê hevgirtinê tune bikin. Her wiha destnîşan kir ku ew îro û sibe û her tim li pişta QSD`ê û MSD`ê ne.

Tê payîn ku konê çalakiyan  “Fezet Eşair” 3 rojan li Reqayê dewam bike, piştre li Tebqa, Minbic û Sirînê bê vedan.

(cx, fr)

ANHA