​​​​​​​‛Em ê li hember dagirkeriya Tirk bibin mertalekî xurt’

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê got ew ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin mertal û bang li ciwanên cîhanê kir ku destekê bidin berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

​​​​​​​‛Em ê li hember dagirkeriya Tirk bibin mertalekî xurt’
14 hezîran, 2022   12:45
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina gef û êrişên dombar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku Komîteya Ciwanan a Meclisên Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li dar dixe, Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê daxuyaniyek li navenda meclisê da. Endamê komîteyê Emced El-Esed daxuyanî xwend.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên QSD’ê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Komîteyê di destpêka daxuyaniya xwe bal kişand ser girîngiya ciwanan di şoreşan de û wiha got: "Ciwan stûna şoreşê û hêza dînamîk ber bi serkeftinê ve ne. Bi vî ruhî em li pey şehîdên xwe dimeşin. Soz didin şehîd û rêber Abdullah Ocalan ku em ê bi yekitiya xwe li hember destwerdanên deweta Tirk ên bêserûber li dijî erdnîgariya Kurdistanê û tevahî herêmê, bibin mertal."

Di daxuyaniyê de îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker hate kirin û ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk her tim hewl dide aloziyê zêde bike, gelan li dijî hev rake, destekê bide terorê û rûbera dagirkirina xwe fireh bike. Krîzên xwe yên hundirîn bi rêya êrişên li dijî herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê derxe derve."

Komîteya Ciwanan di daxuyaniyê de îxaneta PDK’ê ya li dijî Kurdan û tevkariya bi artêşa Tirk a dagirker re li dijî HPG’ê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku ji ber dewleta Tirk a dagirker nikarî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêş ve biçe, ji lew re asta gef û êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dike.

Her wiha ciwanan eşkere kir ku ew ê destekê bidin hêzên leşkerî û wê bi yekitiya xwe li dijî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Komîteya Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li ciwanên şoreşger ên li cîhanê kir ku piştgiriya şoreşa Bakur û Rojhilatê sûriyê û HPG’ê li dijî dewleta Tirk a dagirker bikin û serî li hember PDK’ê û îxaneta wan hildin.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan soz da ku ew ê li hember dewleta Tirk a dagirker berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin û li dijî êrişên li ser herêmê bibin mertal.

(fr)

ANHA