​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rewşa Sûriyê li ser masaya nîqaşan bû

Rojnameyên erebî îro behsa analîzên li ser rewşa Sûriyê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rewşa Sûriyê li ser masaya nîqaşan bû
14 hezîran, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYE… PIRS Û GORISTANA PÊŞBÎNIYAN’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat analîzek belav kir û tê de got: “Gelo piştî şerê Ukraynayê, Rûsyayê hin hêzên xwe ji Sûriyê vekişandin? Pêşeroja normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Şamê re çi ye? Çarenûsa cezayên Ewropayê çi ye? Dê çawa nêzî aloziya siyasî û nezalabûna Rûsyayê têkildarî dirêjkirina mekanîzmaya navneteweyî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya sînor, bê kirin?

Ev hin “pirsên eşkere” bûn ku nûnerên dewletên Ewropayê yên taybet bi rewşa Sûriyê hewl dan di civîneke neeşkere ya li Qibrisê de hefteya borî, bersivê bidinê. Tê zanîn ku Sûriye jî wekî welatên din ên Rojhilata Navîn “goristana pêşbîniyan” e.

Li Larnaka ya li ser peravên Deryaya Spî û çend kîlometreyan dûrî her du baregehên Rûsyayê yên li rojavayê Sûriyê, nûneran civîna “veşartî” li dar xist û agahiyên li ser rewşa Sûriyê, siyaseta Ewropayê li hemberî wê û bandorên şerê Ukraynayê parve kirin. Beriya civînê, nûneran serdana Nîkosyayê kir û li giliyên Wezareta Karên Derve ya Qibrsê yên li ser şandina sûriyan ji aliyê Tirkiyê ve ji bo zexta li ser wan û Ewropayê di dosyaya koçberiyê de, guhdarî kirin.

Roja din bi beşdarbûna hemû şande yan nûnerên hikumetan û di nav de nûnerên Almanya, Fransa, Swêd û Îrlandayê civiyan û li ser hin mijaran nîqaş kirin. Nûnerê navneteweyî Geir Pedersen jî beşdarî nîqaşan bû. Hin mijarên ku hatine nîqaşkirin, ev in:

NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN

Lihevkirin li ser wê yekê heye ku normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Şamê re li dar e. Yek ji beşdaran got eger dewletên Ewropayê dê li benda pêkanîna biryara 2254’an bin beriya normalîzekirina têkiliyan, rakirina cezayan û jinûve avakirin, wê demê xetereya ku dereng bimînin heye. Ji ber ku dewletên Ereban normalîzekirina têkiliyan dewam dikin.

Pêşbînî hebûn ku gavên dualî yên normalîzekirinê (yên ne lez) bi Şamê re berdewam bikin, heta dema civîna erebî li Cezaîrê di destpêka Mijdarê de ku dê biryareke komî ya welatên Ereban jê derkeve.

Nûnerên hin welatên mezin wekî Almanya û Fransayê hişyarî da ku divê beriya pêkanîna biryara navneteweyî 2254’an tu gav bi Şamê re neyên avêtin, girîngiya banga reforma di ewlehiyê û artêşê de kirin.

Tu kesî behsa rakirina cezayên Ewropayê yên li ser Şamê nekir, lê belê dengên ku banga destekdayîna projeyên ji bo kêmkirina aloziya aborî li Sûriyê tên kirin, bilind bûn. Li gel xitimîna asoyên çareseriya siyasî û nîqaşên bi Rûsyayê re ji bo dirêjkirina mekanîzmaya alîkariyên mirovî bi sînor ji bo Sûriyê beriya 10`ê meha bê.

RÛSYA Û ÎRAN

Di civînê de agahiyên li ser rastiya vekişandina Rûsyayê beşekr hêzên xwe ji Sûriyê jî hatin parvekirin, hate diyarkirin ku bi rastî hin pîlot û hêzên Rûsyayê vekişiyane. Li gorî texmînan, dibe ku nêzî 4 hezar leşkerên rûsî li Sûriyê hebin. Yek ji beşdarên civînê jî got: “Agahî hene ku Îranê valahiyên Rûsyayê hiştiye, dadigire. Tirkiye jî hewl dide rewşê li bakurê Sûriyê biguherîne.”

Atmosfera giştî ya ku zêdetirî nûnerekî ewropî teqezî pê kiriye, ku li hember tiştê rû dide tu tişt ji dest dernakeve. Wekî ku dê vê rewşa xitimî û azaran li Sûriyê dewam bike. Hêviya ku beşdarekî daye ev e: ”Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriye goristana pêşbîniyan e.”

‘JI BO DÎSPLÎNKIRINA XEBATA SIYASÎ LI IRAQÊ, LI PÊŞBERÎ HÊZÊN ALÎGIRÊN ÎRANÊ ASTENGÎ HENE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Aliyên siyasî li Iraqê dibêjin, îstîfakirina parlamenterên Sedr ne tê wateya ku rê bi temamî li pêş Çarçoveya Koordînekirî vekiriye ku xebata siyasî li gorî xwe kontrol bike. Ji ber gelek tedbîrên siyasî hene."

Heman alî destnîşan dikin ku divê hêzên Çarçoveya Koordînekirî li benda ragihandina lîsteya altarnetîfa 73 parlamenterên Sedr bin.

Aliyên siyasî da zanîn ku Sadir di biryara xwe ya îstîfakirinê de berdewam e û naguherîne. Bi taybetî ku oldarê şîe biryarên çarenûsî dide û jê paşde venagere.

Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji paytexta Urdunê Umanê ragihand ku piştî îstîfakirina El-Sadrî dê "lihevkirinên cuda " pêk bên û xetimîna siyasî di merheleya pêş de berdewam nake.

Helbûsî di civîneke çapemeniyê de bi hempîşeyê xwe yê urdunî Ebdulkerîm El-Dexmî got dê li şûna parlamenterên Bloka Sadr kesên dengên ji wan kêmtir di hilbijartinan de wergirtine bin. Helbûsî destnîşan kir ku endametiya parlamenter dema îstîfa dike, bi dawî dibe.

Li ser hilbijartinên pêşwext Helbûsî got: "Ev bijarteyeke destûrê ye û hilbijartinên berê de pêşwext bû û parlamento ji hev ket. Lê heta niha tu bijarte tune ne. Em hewl didin hikumeteke hêzên siyasî yên xwedî berpirsiyariya encam û erkên wê tehemûl bikin, ava bikin û nirxandina wê wê li pêş gel be."

‘LUBNAN DI NAVA PIRSGIRÊKA AVAKIRINA HIKUMETÊ Û DIYARKIRINA SÎNOR DE YE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Di nava nîşaneyên tevliheviyeke eşkere de ku ji paşperdeyên hewldanên ber bi bidestxistina hikumetê de têkildarî erkdarkirin û pêkanînê de dest pê kirin erkana desthilatê dest bi amadekirina dan û standinên dê bi navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein pêk bên, kirin. Dê ew yek di çend saetên pêş de werin kirin."

Tê zanîn ku daneyên heyî yên li gel navbeynkdar tu texmînên lez û xweşbîn pêşkêş nakin. Ji ber piştî gihaştina keştiya ‘Energy Power’ di hefteya borî de li zeviyê ‘Karish’ gelek astengî di dosyaya nexşekirina sînorên deryayî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de çêbûn.

Li beramberî wê jî Îsraîl amadekariyên derxistina gazê ji zeviyê Karish dike. Hemwextî wê jî amadekariyên xwe yên leşkerî ji bo sekna li hember hemû sînaryoyan pêk anîne. Ji ber texmîna "pêkanîna şer" bi dûr nexist.  Her wiha serokê erkanê Îsraîlê Rav Aviv Kochavi îşaret pê kir ku dê şerê tê texmînkirin bi xwe re "wêranbûneke mezin" bîne, ji wê zêdetir jî bi hezaran armancên Lubnanê wêran bike, di nav de jî navendên fermandarî û sîstemên moşek û obusan hene.

(ekîb)