SOHR: Li Stenbolê penaberekî ji Sûriyê bi kêran hate kuştin

Li gorî SOHR`ê, penaberekî ji Sûriyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji aliyê Tirkekî ve bi kêran hate kuştin.

SOHR: Li Stenbolê penaberekî ji Sûriyê bi kêran hate kuştin
14 hezîran, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku peneberekî ji bajarê Humsê yê Sûriyê li cihê karê xwe li taxa Taksîm a bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, ji aliyê Tirkekî ve bi kêran hatiye kuştin.

Beriya 8 rojan jî ciwanekî ji Sûriyê yê ji Idlibê ji aliyê ciwanên Tirk ve li navçeya Esenler a Stenbolê, bi guleyan hatibû kuştin.

Ev bûyer di demekê de pêk tên ku xîtaba nîjadperest û kînê li dijî penaberên sûrî yên li Tirkiyê gelekî zêde bûye.

(cx)