Helbûsî: Ji bo dagirtirina cihên parlamanterên Sedir karê pêwîst tê kirin

Serokê Parlementoya Iraqê ragihand ku ji bo îstifakirina parlamanterên Tevgera Sedir pêwîstî bi dengdanê nîne û karên pêwîst yên ji bo dagirtina cihên parlamanterên Sedir giştî tên kirin û got: “Li Iraqê xetimîna siyasî namîne.”

Helbûsî: Ji bo dagirtirina cihên parlamanterên Sedir karê pêwîst tê kirin
13 hezîran, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro serdana Urdunê kir û li gel şahê Urdunê Şêx Ebdula civiya.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî balkêşa ser istifakirina parlamenterên Tevgera Sedir û got; “Îstifakirina parlamanterên Tevgera Sedir pêwîstî bi dengdanê nîne û karên pêwîst yên ji bo dagirtina cihên parlamanterên Sedir giştî tên kirin. Piştî îstifakirina parlamenterên Tevgera Sedir ji Parlementoya Iraqê, wê li hev têgihiştinek cuda çêbibe û qeyrana siyasî wê di qonaxa bê de dewam neke.”