Îsraîl: Li Tirkiyê bi hevkariya îstixbarata Îsraîlê gelek endamên Artêşa Pasdaran hatin girtin

Rayedarên Îsraîlê eşkere kir ku hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk bi hevkariya îstixbarata Îsraîlê gelek çalakgerên alîgirên Artêşa Pasdaran a Îranê destgîr kirine.

Îsraîl: Li Tirkiyê bi hevkariya îstixbarata Îsraîlê gelek endamên Artêşa Pasdaran hatin girtin
13 hezîran, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Îsraîlê ji malpera Ynet a Îsraîlê re ragihand ku îstixbaratên Îsraîl û Tirkiyê beriya niha “komploya Îranê ya li dijî armancên Îsraîlê” li ser xaka Tirkiyê têk bir.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê diyar kir ku saziyên ewlehiyê yên dewleta Tirk gelek endamên Artêşa Pasdaran a Îranê ku destê wan di revandina geştiyarên îsraîlî yên li Tirkiyê di meha borî de hebû, destgîr kirine.

Medyaya Îsraîlê diyar kir ku destgîrkirin di çarçoveya hevkariya îstixbaratî ya saziyên ewlehiyê yên Îsraîl û Tirkiyê de pêk hatiye.

Duh malpera Kan a Îsraîlê ragihandibû ku hikumeta Tirkiyê dawiya meha borî planên Îranê yên hedefgirtina îsraîliyan, têk birine.

Rayedarekî Îsraîlê ji malpera Wala re daxuyand ku hêzên Îranê revandina îsraîliyan plan kiribû.

Her wiha rayedarekî ewlekariyê jî welatiyên Îsraîlê yên li Tirkiyê hişyar kiribûn ku tavilê vegerin welatê xwe û li ser xetereya li ser îsraîliyên li Tirkiyê, hişyarî dabû.

(eh)