Dagirkeriya Tirk û çeteyên “Mertala Firatê” du gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ser bi wê ve duh derengiya şevê gundên Hoşeriyê û Boxaz bi moşek û çekên giran û navîn topbaran kirin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên “Mertala Firatê” du gundên Minbicê topbaran kirin
13 hezîran, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku arêtşa Trik a dagirker û çeteyên (Mertala Firatê) duh derengiya şevê di saet 01:20`an de gundê Hoşeriyê yê li bakur rojhilatê Minbicê û gundê Boxaz ê rojavayê Minbicê bi 3 moşek û çekên giran û navîn topbaran kirin.

Navendê destnîşan kir ku her du gund bi welatiyan dagirtî ne û ji ber topbaranê metirsî di nava xelkê de belav bûye.

(cx)