‎‛Divê hikumeta Şamê û Moskov helwesta xwe ji êrişên Tirkiyê zelal bike’‎

Rûspiyên navçeya Til Temir bang li hikumeta Şamê û Moskovê kir ku helwesta xwe li ‎hember êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmê, zelal bike.‎

‎‛Divê hikumeta Şamê û Moskov helwesta xwe ji êrişên Tirkiyê zelal bike’‎
13 hezîran, 2022   11:07
HESEKÊ

Digel berdewamkirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye û gefên dagirkeriyeke nû, rûspiyên eşîrên navçeya Til Temir a kantona ‎Hesekê, endamên saziyên sivîl ên navçeyê tevî şêniyên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya ‎ya li ser rêya Zirganê, çalakiyeke protestoyî li dar xist. 

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn. Endamê Desteya Rûspiyên navçeya Til Temirê Mihemed Tahir daxuyanî xwed. Tê de helwesta rûsî û hikumeta Şamê ji êriş û û gefên dombar ên li ser Bakur û Rojhilatê sûriyê rexne û şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye careke din ‎piştrast dikin ku em perçeyek ji axa Sûriye ne. Em weke birayan pev re dijîn û ‎tu nakokî di navbera me de tune ne, ji destpêka şoreşê li herêmên me ewlehî û aramî heye, ‎lê ev yeke li xweşiya dijminên herêmê wek dewleta Tirk û çeteyên wê nayê."‎

Di daxuyaniyê de bang li Rûsya ku weke hêzeke garantor kete herêmê hat kirin ku ‎helwesta xwe li hember êrişên domdar û gefên dawîn ên dewleta Tirk zelal bike û ‎rê li ber êrişên ku armanc dike Sûriye perçe bike, bigire.  Her wiha bang li ‎NY'yê û tevahî saziyên hiqûqî hat kirin ku erka xwe ya exlaqî bi cih bînin û êrişên dewleta Tirk û ‎çeteyên wê bisekinîn û wan ji axa Sûriyê derxin.‎

Di daxuyaniyê de bi navê rûspiyên navçeya Til Temir û bi navê gelên herêmê bi hemû ‎pêkhateyan xwe bang li hikumeta Şamê hat kirin ku helwesta xwe li hember êrişên dagirkeriya ‎Tirk nîşan bide û rê li ber wan êrişan bigire, ji ber ku ew jî perçeyek ji Sûriye ne.‎

‏(dm)

ANHA