​​​​​​​Rojnamevanên di Meşa Gemlîkê de hatibûn destgîrkirin, hatin berdan

Rojnamevan Rozerîn Gultekîn û Ergîn Çaglar ku dema Meşa Gemlîkê ya li Bûrsayê dişopandin hatibûn binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyên wan hatin berdan.

​​​​​​​Rojnamevanên di Meşa Gemlîkê de hatibûn destgîrkirin, hatin berdan
13 hezîran, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ergîn Çaglar û nûçegihana JINEWS’ê Rozerîn Gultekîn ku duh lingê Meşa Gemlîkê yê Bûrsayê ya hate xwestin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdûllah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin were lidarxistin, şopandin hatibûn binçavkirin. Rojnamevanên ku biribûn Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê piştî wergirtina îfadeyan di saetên şevê de hatin berdan.

Rojnamevan bi sûcê “Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” hatin sûcdarkirin. 

Hate hînbûn ku kesên din ên di heman çalakiyê de hatibûn binçavkirin jî piştî wergirtina îfadeyan bi fermana dozgeriyê hatine berdan.