Rojnameyên erebî: Îsraîl peyaman dide hikumeta Şamê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa peyamên Îsraîlê ji êrişa li ser Balafirgeha Şamê, îstîfakirina parlamrnterên bloka Sadir û civînên li Qahîreyê yên der barê Lîbya de pêk tên, kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîl peyaman dide hikumeta Şamê
13 hezîran, 2022   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎLÊ BI ÊRIŞA LI SER BALAFIRGEHA ŞAMÊ HIŞYARÎ DA ESED’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî kar û barên Sûriyê wiha nivîsî: “Ruxmî ku saziyên fermî yên Îsraîlê têkildarî êrişê tiştek negot jî, lê belê rayedarên Îsraîlê ji medyaya Îsraîlê re agahî parve kirin ku bombebarana dawîn li dijî Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî û taloqkirina xebatên wê heta çend saetan, hişyariyek ji bo rejîma Beşar Esed bû ku xwespartina rejîma Îranê û armancên wê, dê berdêla wê giran be.

Rayedaran duh (yekşem) ji rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê re got: “Îsraîlê êrişên xwe li dijî rejîma Sûriyê û hêzên wê zêde kirin, ji ber ku Îsraîl dibîne ku Esed li ser du werîsan dilîze. Ji aliyekî ve amaje dike ku ew ê her tim ne girêdayî Îranê be û dixwaze ji qeyd û planên wê xilas bibe, ji aliyê din ve jî welatê xwe kiriye cihê pêkanîna planên Îranê û derfetê dide veguhestina çek û alavan ji bo Hizbullaha Lubnanê. Her wiha rê dide milîsên Îranê li Sûriyê bi cih bibin û nêzî sînorê Îsraîlê bibin. Ji lew re Îsraîlê biryar da ku wî bi derbeyeke giran hişyar bike.”

Wezareta Veguhastinê ya Sûriyê roja înê ragihand ku rêwîtiyên li Balafirgeha Şamê heta demeke nediyar hatine taloqkirin. Ev daxuyanî piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê ku zirar da beşeke balafirgehê, hat dayîn.”

‘SADIR BI BIRYARA ÎSTÎFAYÊ HER DU HEVALBENDÊN XWE DIXE REWŞEKE ZEHMET’

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Aliyên siyasî yên iraqî dibêjin ku biryarên serokê Tevgera Sadir Muqteda Sadir û herî dawî biryara îstîfakirina ji parlamentoyê, her du hevalbendên wî; Partiya Demokrat a Kurdistanê û hevbendiya serdestiya sunnî di rewşeke zehmet de dihêle.

Heman alî dibînin ku herî zêde dê Çarçoveya Koordînekirî ji vê gava Sadir sûdê wergire. Ji ber ku parçeyekî girîng ê kursiyên vala dê ji para parlamenterên Çarçoveyê be, bi wê yekê dê rê li pêşiya wan bê vekirin ku rêveçûna xebatên siyasî, bi taybet serokkomar û avakirina hikumeteke nû kontrol bikin.

Gelek kes jî texmîn dikin ku îstîfa tenê hewldaneke zextê li ser hevrikan e.

Hin çavdêr jî dibînin ku îstîfakirina parlamenterên Sadir, wekî teslîmbûna li hember Çarçoveya Koordînekirî ye ku êdî rêya bidestxistina desthilatê careke din li pêşiyê vekirî ye.”

‘LI QAHÎREYÊ CIVÎNÊN JI BO LÎBYAYÊ... GERA SÊYEMÎN A JI BO TÊKBIRINA NAKOKIYAN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Şêwirmenda taybet a sekreterê giştî yê NY’yê yê taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams duh diyar kir ku civata navneteweyî destekê dide komîteya çarçoveya destûra Lîbyayê li Qahîreyê, divê ev gera dawîn çarçoveyeke destûrê derxe. Stephanie Williams bi zimanê erebî di dan û standina komîteya rêveçbûna destûra Lîbyayê li Qahîreyê de got: "Xebata ji bo amadekirina çarçoveya destûreke xurt li Lîbyayê pîroz dikin, Lîbya li pêşberî guhertinekê ye û şansê vejnandina hêvî û gihaştina ber bi hilbijartinan ve heye."

Dan û standinên komîteya rêveçûna destûra Lîbyayê li Qahîreyê duh li gel bangên derbaskirina nakokî û dîtina çareyên ji bo lidarxistina hilbijartinan, dest pê kirin. Armanca civînan ew e ku destûreke lihevkirî were danîn da ku krîza siyasî bi dawî bibe.

Çavçoveya destûrê ya Lîbyayê di du gerên borî yên dan û standinên li Qahîreyê de, lihevkirineke destpêkê bi nêzî ji sedî 70 ji madeyên projeya destûra nû pêk anî, ji wê zêdetir jî li ser du bendên girêdayî desthilatên qanûnsaz û dozgeriyê lihevkirinê çêbûn. Lê xalên binakok mijara lêkolînê bûn. Nakok li ser şertên namzetbûna hilbijartinên serokatiyê bûn, bi taybet ji aliyê hiştina namzetbûna leşkerî û kesên xwedî du nasnameyan. Li kêlek wê jî nakokî li ser erkên serokê bê li Lîbya, rêbaza hilbijartina wî bûn. Di vê xalê de nêrîn di navbera hilbijartina yekser ji hêla gel ve yan jî bi rêya parlamentoyê derketin pêş.

Ji xalên binakok jî, navenda desthilata qanûnsaz an li rojavayê Lîbyayê yan jî li rojhilatê wê be, her wiha komîteya hevbeş dozên girêdayî birêvebirina herêmî û belavkirina dewlemendiyê lêkolîn dike.

Dê gera sêyemîn çend rojan dewam bike û dê encamên wê ji bo diyarkirina pêşeroja Lîbyayê çarenûsî bin, yan lihevkirin an jî welat rûbirûyî parçebûnekê bibe.”

(cx-fr)