Bûyerên xeniqîna zarokan zêde bûye, hêzên ewlekariyê hişyarî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê zêdebûna bûyerên xeniqîna zarokan di dema melevaniyê de hişyarî da û ji şêniyan xwest ku çavdêriya zarokên xwe bikin.

Bûyerên xeniqîna zarokan zêde bûye, hêzên ewlekariyê hişyarî da
12 hezîran, 2022   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê zêdebûna bûyerên xeniqîna zarokan di dema melevaniyê de daxuyanî da û ji şêniya xweset ku çavdêriya zarokên xwe bikin û pêdiviyên melevaniyê ji bo wan peyda bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:

"Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî pêleke dijwar a germahiyê tê, ji ber wê ciwan û zarok berê xwe didin çem û golan û melevaniyê dikin.

Di vê mehê de gelek bûyerên xeniqînê hatine tomarkirin û piraniya wan jî zarok in, ji ber wê em banga hişyariyê di dema melavaniyê dikin û ji sermiyanan dixwazin ku zarokên xwe yên ku nizanin melevaniyê bikin ji metirsiya xeniqînê hişyar bikin.

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyan dixwazin ku tedbîran bigirin, çavdêriya zarokên xwe bikin û pêdiviyên melevaniyê ji wan peydar bikin da ku rewşên wiha dubare nebin û saxlemiya zarokan bê misogerkirin."

(şt)

ANHA