Rojnamegerên  Meşa Gemlîkê dişopandin hatin destgîrkirin

Rojnameger Ergîn Çaglar û Rozerîn Gultekîn di dema şopandina Meşa Gemlîkê de hatin destgîrkirin.

Rojnamegerên  Meşa Gemlîkê dişopandin hatin destgîrkirin
12 hezîran, 2022   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya 6 sazî û partiyên siyasî bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya 23 salan a li ser rêber Abdullah Ocalan bi şîara “Em li dijî tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin Gemlîkê” li Bûrsayê Meşa Gemlîkê hat lidarxistin. Di dema meşê de rojnamegerê Mezopotamyayê Ergîn Çaglar û rojnamegera Jinnewsê Rozerîn Gultekîn ku Meşa Gemlîkê di şopandin, hatin destgîrkirin.

Nehat zanîn ku rojnamegerên ji bo meşê bi şopînin li bajar bûn, birine kuderê.

Li aliyê din jî kesên ku tevlî meşê bûyîn, siyasetmedar jî di nav de gelek kes hatibûn destgîrkirin.