Îstifaya komî ya parlementerên Sedir hate erêkirin

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî, nameyên îstifaya bi komî ya parlementerên Tevgera Sedir îmze kir.

Îstifaya komî ya parlementerên Sedir hate erêkirin
12 hezîran, 2022   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser fermana Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir parlementerên wî di saetên êvarê de nameya îstifayê pêşkêşî serokê parlementoya Iraqê kirin.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî nameyên îstifaya bi komî ya parlementerên Tevgera Sedir îmze kir. Bi vî awayî hemû parlementerên Tevgera Sedir ji parlementeriyê îstifa kirin.

Tevgera Sedir di hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê ya di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi qezenckirina 73 kursiyan, bû partiya yekem.

Ji wê demê ta niha Tevgera Sedir tevî hemû hewildanên xwe nekarî hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.