Li Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê meşeke girseyî hat li darxistin

Li bajarê Silêmaniyê êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî kurdan bi meşeke girêdayî hatin şermezarkirin.

Li Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê meşeke girseyî hat li darxistin
11 hezîran, 2022   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li Cadeya Salim a Silêmaniyê bi pêşengtiya Sekoy li Dijî Dagirkeriyê ku ji partî û aliyên siyasî pêk tê, bi diruşmeya ‘Li dijî dagikeriyê hemû bi hev re Kurdistanê biparêzin’ meşeke girseyî hat lidarxistin. Lê hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê û fîşekên plastîkî êrişê xwepêşandana li dijî dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê kirin. Ji ber mudaxeleyê rewşa tendirûstî ya gelek çalakvanan têkçû.

Piştî mudaxeleya polîsan girse carek din li Cadeya Salim kombûn û daxuyaniyek çapemeniyê dan. Li ser navê Sekoy Dijî Dagirkeriyê Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bextiyar Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em wek Sekoy Dijî Dagirkeriyê êriş û destdirêjiyên terorîstî yên dewleta Tirk ên li ser xaka xwe şermezar dikin. Daxwaz ji gelê xwe dikîn zextên tund li hikûmet û parlementoyên Herêma Kurdistan, Iraq û raya giştî ya navdewletî bikin daku pêşî li dagirkerî û sucên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê were girtin. Bi pratîkî helwesta xwe nîşandin. Ji berku bêdengiya li beramberî van tawanan tê wateya tevlîbûna tawanan.”

Piştre Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û got: “Şermezariyek mezine ji bo rêveberiya Silêmaniyê. Duh destur dabûn, îro astengî derxistin. Biryara wan ne di destê wan de ye, ji Enqere û Tehranê biryaran werdigrin.”

Tara Hisên di dewama axaftina xwe de da zanîn “Ger gelê Başûr li dijî dagirkeriyê helwest nîşan nedin, wê xiyanet û dagirkerî heta nava mala wan were. Wê heman çarenûsa xelkê Şengalê bijîn. Kesên li vir amadebûne ti berjewendiyek wan a taybet di vê çalakiyê de nine, hemû roj zarokên me tên kuştin ji bona wê em li virin.”

Li gor zanyariyên ji komîteya amadekar a meşê hatine girtin, çend çalakvanek ji aliyê polîsên Silêmaniyê ve hatine binçavkirin, lê heta niha nasnameya wan eşkere nebûne.