Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dewam dike

Nirxê dolarekî amerîkî beramber lîreyê Tirkiyê heta 17,27’an jî rabû û tê payîn ku daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dewam bike.

Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dewam dike
11 hezîran, 2022   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Darayî ya Tirkiyê eşkere kir ku rêzetedbîrên têkildarî çareseriyên aborî ku bi daketina lîre re têkildar in, ragihînin.

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku ev ragihandin hinekî daketina lîre kontrol kir, lê ew ê zêde dirêj neke ji ber ku muhtemel e di vê hefteyê de nirxê lîre zêdetir dakeve.

Lîreyê Tirkiyê li hemberî dolar daket 17.27`an ku ji Kanûna derbasbûyî ve ev cara yekemîn e ew qasî dadikeve. Soza serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ku rêjeyên faîzê daxe, zexta firotinê ya li ser lîreyê Tirkiyê zêde kir.

Tê payîn ku nirxê lîreyê Tirkiyê zêdetir dakeve ku di çaryeka yekem a îsal de ji sedî 15 daketibû.

(eh)