Qurbaniyên şer di her demê de.. zarok 

Di êrişên dewleta Tirk a qirker de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek sûc li dijî zarokan têne kirin; qetilkirin, birîndarbûn, şewitandina bi çekên kîmyewî, bê kes mayîn, di kampan de jiyîn, ji perwerdeyê dûrbûn û nexweşiyên derûnî.

Qurbaniyên şer di her demê de.. zarok 
11 hezîran, 2022   06:11
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di şerê li Sûriyê de bi milyonan welatiyan jiyana xwe ji dest da, birîndar bûn, bû penaber û koçber.

Di sala 2018`an de dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rasterast berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkirinê ji Efrînê dest pê kir. Piştre jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Dewleta Tirk a qirker tevî çeteyên xwe bi top, tank, balafir û bi çekên kîmyewî êrişên hovane li dijî gel didomîne.Her wiha dewleta Tirk gelek deveran bombebaran dike û gefan li herêmên din dixwe.

Ji ber gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zarok jî dibin hedef. Li herêmê gelek zarok birîndar bûne, sêwî mane, ji neçarî bi malbatên xwe re koç kirine û di kampan de mane, dûrî perwerdeya xwe ketine. Ev yek jî bandoreke giran li derûnî û kesayeta zarokan dike.

Dewleta Tirk a qirker di seranserê dîrokê de bi komkujiyan xwestiya gelan qir bike, di wan komkujiyan de sûc li dijî zarokan jî kirine. Di êrişên xwe de gelek hevpeymanên navneteweyî binpê dike, ji wan yek jî xala 77’an a Lihevkirina Cinêvê ye ku li gorî wê divê di demên şer de zarok bên parastin.

Li Kobanê di 2015`an de bi desteka dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ`ê ji sînorê Tirkiyê êriş kir. Di encamê de 400 welatî, di nava wan de herî kêm 40 zarok, qetil kirin. Di wê salê de jî zarokekî bi navê Ebdo Mistefa Henîfî (4) ji ber êrişan lingê xwe winda kir û 5 kesên din ji malbata wî birîndar bûn.

Di dema êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê de di navbera 9 û 14'ê Cotmeha 2019`an de 11 zarokan jiyana xwe ji dest da. Wêneyên zarokê bi navê Mihemed ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî laşê wî şewitî, di medyayê de cih kir. Her wiha di êrişan de li Qamişloyê jî zaroka bi navê Sara bi bombebaranê de lingekî xwe winda kir.

Li Til Rifetê zarokên efrînî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûbûn, dîsa jî bi bombebaran dewleta Tirk hatin hedefgirtin û 8 zarok hatin qetilkirin. Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hejmara zarokên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Efrînê hatine qetilkirin, digihêje 67’an.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo ji ANHA’yê re axivî.

Jûlya Xelo da zanîn êrişên dewleta Tirk a dagirker bandoreke pir giran li zarokan dikin, ji ber ku li hin herêman rastî topbaran û bombebaranê tên.

‘ZAROK BI NEXWEŞIYÊN DERÛNÎ DIKEVIN’

Jûlya Xelo wiha axivî: “Piştî ku zarok birîndar dibin, xwe kêm dibînin. Dema parçeyekî laşê xwe jî winda dikin, tevî ku yê alternatîf jê re bên çêkirin jî, nabe mîna parçeyê windayî.”

Li ser nexweşiyên derûnî ku ji ber êrişan çêdibin, Jûlya got: “Nexweşî mîna tenêtî, fobiya dengê qîrîn, dîtina xwînê û dengê balafirên şer ku dizanin piştî wê dê bombebaran hebe. Zarokên me yên li Efrîn, Şehba û Serêkaniyê, niha jî Til Temir û Şêrawa bi van nexweşiyan dikevin.”

Her wiha di encama êrişan de gelek zarok ji ber qetilkirina dê, bav, xwişk û birayan, bê kes mane. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê (2022) ji dema destpêkirina şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heta niha 2 hezar û 486 zarok bê malbat mane.

Jûlya Xelo li ser vê xalê got: “Bê kes mayîn derûniyeke xirab di nava zarokan de dide avakirin û rêbazê diminahiyê dide çêkirin. Ew zarok lawaz dimînin û ji hezkirina malbata xwe ya resen bê par dimînin, ji ber vê yekê dibe ku bên xapandin.”

`KÊMBÛNA ASTA PERWERDEYÊ BANDOREKE DOMDAR E`

Ji êrişên dagirkirinê perwerde jî para xwe digire. Jûlya Xelo têkildarî dûrbûna zarokan ji dibistanan got: “Kêmbûna asta perwerdeyê bandoreke domdar e, pirsên zarokên me jî her dem di vê derbarê de ne. Perwerde ji bo zarokan sereke ye, dûrbûna ji perwerdeyê dûrbûna ji dîrok, çand, zimanê dayikê û exlaqê civakê ye. Îcar bi vî awayî zarok rastî çi werin digirin heta ku rêyeke an terzeke nebaş be jî.”

ZAROKÊN LI KAMPAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek malbat ji neçarî koçî cihên dûrî topbarana dewleta Tirk bûne û di kampan de dijîn. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê tenê li kampên Waşûkanî, Newroz, Serêkaniyê û Erîşa, 26 hezar û 266 zarok hene.

Ew zarok di şert û mercên herî zehmet de dimînin, tenê ji ber germahiya werzê havînê bi dehan zarokên berşîr jiyana xwe ji dest daye.

Têkildarî vê xalê Jûlya Xelo da zanîn ku di kampan de zarok barê giran radikin ser milê xwe, ew bar ji temenê wan mezintir e, ji ber vê yekê ew zarok dê di demên pêş de nekarin tev li civaka xwe bibin û got: “Wekî ku em dişopînin ew zarok di nava kêmbûna peydakirina pêdiviyên rojan de ne, bi vî awayî dûrî xeyalên xwe yên zarokatiyê dikevin. Bê guman hebûna di kampê de ku mîna sûrekê li hawîrdorê xwe heye û dişibe zindanê, dihêle ku nexweşiyên derûnî bi zarokan re çêbin, dizane jiyana wî tenê di wê xelekê de ye.”

ROLA RÊXISTINÊN PEYWENDÎDAR

Endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Rewşa Zarokan Jûlya Xelo da xuyakirin ku çavên rêxistinên peywendîdar bi zarokan li herêmê girtî ne û got: “Zarok bingeha xurtbûna civakê ne, bi vê yekê dixwaze civakê talan bike. Ji ber ku ev êriş û gefên rojane tirsê di nava zarokan de çêdikin û dê di pêşerojê de bibin metirsî.”

Herî dawî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê raporeke weşandibû û tê de metirsiyên li ser jiyana zarokan ku eşkere kiribûn.

ANHA