Rojnameyên erebî: Ji ber êrişa Îsraîlê rêwîtiyên li Balafirgeha Şamê hatin taloqkirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên Îranê yên li Sûriyê, îstîfakirina komî ya parlamenterên Tevgera Sadir li Iraqê û rewşa Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Ji ber êrişa Îsraîlê rêwîtiyên li Balafirgeha Şamê hatin taloqkirin
11 hezîran, 2022   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ, RÊWÎTIYÊN HEWAYÎ JI BALAFIRGEHA ŞAMÊ HATIN TALOQKIRIN’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hikumeta Şamê duh ragihand ku rêwîtiyên hewayî li Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî hatine taloqkirin. Ev daxuyanî piştî çend saetan ji êrişên hewayî yên Îsraîlê hat dayîn. Hat ragihandin ku Îsraîlê depoyên girêdayî komên ser bi Îranê ve li başûrê paytexta Sûriyê Şamê kirine hedef. Çavkaniyekî ji balafirgehê jî ji AFP`ê got di encama êrişan de zirar gihaştiye beşeke balafirgehê.”

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyê (SANA) li gorî berpirsekî leşkerî ragihand ku pergala parastinê ya Sûriyê bersiva moşekên îsraîlê daye û piraniya wan xistine xwarê. SANA her wiha da zanîn ku di êrişa serê sibê de, sivîlek birîndar bûye û hin zirarên madî çêbûne.

Şîrketa rêwîtiyê (Ecnîhet El-Şam) jî da zanîn ku berê hemû rêwîtiyên xwe daye Balafirgeha Helebê ya Navneteweyî. Li gorî daxuyaniya Wezareta Veguhastinê ya Sûriyê, taloqkirina rêwîtiyan li Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ji ber pirsgirêkên teknîk e.

Duh Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî bi daxuyaniyekê destnîşan kiribû ku li dijî baregehên leşkerî yên milîsên Hizbullah a Lubnanê û sîstema parastina hewayî ya rejîma Sûriyê yên li herêma Kiswê ya Başûrê Şamê, êrişên hewayî yên Îsraîlê pêk hatine, li ser wê yekê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Li gorî Reutersê, berdevkê artêşa Îsraîlê roja înê têkildarî êrişa nû tiştek negotiye.”

‘IRAQ.. ÎSTÎFAYA KOMÎ YA PARLAMENTERÊN BLOKA SADIR’

Der barê kar û barên Iraqê de rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivîsand: “Li gorî Nivîsgeha Ragihandniê ya Tevgera Sadir, parlamenterên bloka Sadir îstifaya komî îmze kir û danî ber destê serokê serokê wê Muqteda Sadir.

Serokê Tevgera Sadir du roj berê prespektîf da parlamenterên bloka Sadir da ku ji meclisa parlamenteran istifa bikin. Muqteda Sadir diyar kiribû ku reforma li welêt tenê bi hikumeteke ku bi piranî nîştimanî be, pêkan e.

Bloka siyasî ya Sadir li parlamentoyê ji 73 parlamenteran pêk tê. Piştî 8 mehan ji hilbjiartinên pêşwext, hîna jî aliyên siyasî yên Iraqê nikarin li ser hikumeta bê li hev bikin. Her aliyek îdia dike ku ew xwediyê piraniyê di parlamentoyê de ye. Parlamento ji 329 parlamenteran pêk tê.

Beriya nêzî du mehan Sadir gotibû dê berê xwe bide opozîsyonê, her wiha bang li hevrikên xwe yên siyasî yên di “Çarçoveya Koordînekirî” de kiribû ku hikumetê ava bikin.

Ji ber nakokiyên siyasî, parlamento 3 caran di hilbijartina serokê komarê de bi bin ket. Bi vê yekê hemû muhletên destûrê jî bi dawî kir. Ji bo derbaskirina xitimîna siyasî, 3 vebijêrk hatin pêşkêşkirin; jihevxistina parlamentoyê û lidarxistin hilbijartinên nû. Lê belê parlamento bêyî biryara meclisa parlamentoyê bi xwe nikare bê jihevxistin.”

‘LI GEL ALOZIYA SIYASÎ LI QADA PETROLÊ YA LÎBYAYÊ JÎ TEVLIHEVÎ HEYE’

Rojnameya El-Ereb jî li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Xwepêşandêran benderên Ras Lanof û Sedr ên derxistina petrolê li rojhilatê Lîbyayê, girtin û gefa girtina bendereke nû xwarin. Ev yek ji ber hevrikiya di navbera serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe û serokwezîr Fethî Başaxa de pêk tê.

Du endezyarên petrolê yên zeviyên petrolê yên Serîr got dorpêçkirina berhemdariya petrolê rojên pêncşem û înê berfirehtir bû û her du benderên Ras Lanof û Sedr ên derxistina petrolê hatin girtin, her wiha gefa girtina bendera El-Herîqa û kêmkirina berhemdariyê li zeviyeke mezin a petrolê hat xwarin.

Piştî ku hin koman meha borî zeviyên Şerare û El-Fîl yên petrolê girtin, berhemdariya petrolê li Lîbyayê bi paş ket û rojane bû 600 hezar bermîl.

Şîrovekar û dîplomat dibêjin taloqkirina petrolê bi prespektîfa hêzên sereke yên li rojhilatê Lîbyayê û d nav de fermandarê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter, pêk hatiye. Artêşa Lîbyayê ji 2016`an ve benderên Sedr û Ras Lanof û benderên din ên petrolê li herêma Hîlal a petrolê kontrol dike.

Bûyerên girtinê yên vê dawiyê, ji ber tevliheviya di warê enerjiyê de li gel aloziya siaysî ya ku her diçe kûr dibe, pêk tên ku metirsî hene ev alozî veguhere şerekî çekdarî.”

(cx)