​​​​​​​Li Qamişlo şevbuhêrka hunerî û wêjeyî

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Qamişlo, Komîteya Çand û Hunerên ya navçeya Qamişlo û Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo şevbuhêrkeke hunerî û wêjeyî lidar xistin.

​​​​​​​Li Qamişlo şevbuhêrka hunerî û wêjeyî
​​​​​​​Li Qamişlo şevbuhêrka hunerî û wêjeyî
​​​​​​​Li Qamişlo şevbuhêrka hunerî û wêjeyî
​​​​​​​Li Qamişlo şevbuhêrka hunerî û wêjeyî
​​​​​​​Li Qamişlo şevbuhêrka hunerî û wêjeyî
​​​​​​​Li Qamişlo şevbuhêrka hunerî û wêjeyî
10 hezîran, 2022   20:23
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên wê tevlî wê şevbuhêrkê bûn ku li baxê giştî hat lidarxistin.

Endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Cemîl Ehmed bixêrhatina beşdaran kirin, piştre hunermend Vajlîn Cuma çend stran got.

Piştre çend helbestên suryanî ji aliyê helbestvan Mişêl Fiyo ve hat xwendin, akter Şevzan Mehmûd jî şanoyek bi navê "Wasta" pêşkêş kir.

Koma Heval çend stran û helbestvan Ebûd Mexso helbest gotin.

Tê payîn Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Qamişlo, Komîteya Çand û Hunerên ya navçeya Qamişlo û Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo her roja Înê bi dirêjahiya werzê havînê heman şevbuhêrk lidar bixîne.

(şt)

ANHA