Riyad Derar îşev mêvanê bernameya ANHA ye

Ajansa me bi bernameyeke taybet hevserokê MSD`ê Riyad Derar dike mêvanê xwe. Derar dê behsa gefên artêşa Tirk a dagirker, cidiyet û armancên wê bike, her wiha dê îşaretê bi helwesta Rûsya, Amerîka û hikumeta Şamê ji van gefan bike.

Riyad Derar îşev mêvanê bernameya ANHA ye
10 hezîran, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefa êrişên nû xwarin, hemwextî vê jî gundewarên Eyn Îsa, Til Temir û Zirgan ên kantona Hesekê topbaran dike.

Serokkomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan li benda erêkirinê ye ku dest bi êrişan bike. Têkildarî mijarê Amerîka li ser zimanê gelek rayedarên xwe ragihand ku ew êrişan red dikin û li ser bandora wê hişyarî kir. Lê helwesta Rûsya ne zelal e bi taybet piştî serdana şandeya rûsî ji Tirkiyê re.

QSD`ê li hemberî van êrişan amadekariyên xwe ragihand û got, "Li dijî êrişên dijmin em amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re bicivin da ku xaka Sûriyê biparêzin, lê dîsa jî hikumet ji ser helwestên xwe yên berê yên xiyanetê û tawanbarkirinê daneketiye."

Li ser vê yekê îşev saet 09: 00’an bi dema Qamişlo hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar dibe mêvanê ANHA’yê.

Hûn dikarin li ser rûpela ajansê û malpera fermî ya ANHA`yê temaşe bikin.

(eh)