Li Zirganê êriş û berxwedanî

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2019`an de Serêkaniyê dagir kir, êrişên wê li ser navçeya Zirgan nehatine rawestandin. Şêniyên herêmî di nava amadekariyan de dijîn. Hevserokê navçeyê got meclisa navçeyê ji wê demê û heta îro derbasî rewşa awarte bûye û li gorî wê xizmeta şêniyan dike.

Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
Li Zirganê êriş û berxwedanî
10 hezîran, 2022   06:56
HESEKÊ – MEDYA HENAN – CÎHAN BILGÎN

Navçeya Zirgan girêdayî bajarê Serêkaniyê ye. 72 gund girêdayî wê ne. Li navçeyê du girên dîrokî hene. Navçe 30 km dûrî bajarê Serêkaniyê ye, 20 km dûrî Til Temirê ye. Her wiha 70 km dûrî bajarê Dirbêsiyê ye. Di navçeyê de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Aşûr dijîn.

Ji destpêka ku herêma Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de hatiye dagirkirin, navçe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Ji wê demê ve Meclisa Navçeya Zirganê debasî rewşa awarte bûye û li gorî derfetên xwe pêwîstiyan ji şêniyan re peyda dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saziyên xizmetguzariyê mîna Şaredariya Gel a Zirganê, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeyê, navenda meclisa navçeyê, Nexweşxaneya Zirganê û toreya pêwendiyê topbaran dike. Her wiha dikan û malên şêniyan jî dikin hedef.

Ji ber van êrişan şêniyên navçeyê tedbîrên xweparastinê girtine ku di saetên topbaranê de dadikevin jêrzemînan.

Topbaran bandorê li dabînkirina debarê de dike. Welatiyê bi navê Hatim El-Hemîd wiha axivî: "Ez di bazirganiya tovan de dixebitim. Depoyên me tijî bûne. Lê bi destpêkirina topbarana li ser navçeyê re em neçar man ku wan ber bi cihekî din ve bibin. Xebata me bûye rojan û ev jî bandoreke neynî li jiyana me dike."

Hatim El-Hemîd anî ziman ku çiqas topbaran dijwar bibe, dev ji warê xwe bernade û got: "Em şêniyên Zirganê bi herêma xwe ve girêdayî ne, her çiqas topbaran giran bibe em jê dernakevin. Ji ber em li ser vê xakê dijîn, em ê li vir bin û li vir jî bimrin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Mistefa Simo behsa rewşa herêmê piştî dagirkirina Serêkaniyê kir û wiha got: "Piştî herêma Serêkaniyê hate dagirkirin, navçeya Zirganê bûye xeta şer di navbera dagirkeran û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Ji wê demê ve Meclisa navçeya Zirganê derbasî rewşa awarte bûye da ku pêdiviyan ji nan, kehrebe û avê li gorî derfetên xwe peyda bike."

Salih Mistefa îşaret pê kir ku di demên dawî de artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî û bi awayekî hovane êrişî Zirganê dike û mal û milkên welatiyan û zeviyên wan dike hedef û wiha axaftina xwe domand: "Em ketina demsala çinînê, cotkar dixwazin zeviyên xwe biçînin. Lê ji ber topbaranê nikarin. Yên herî zêde zirarê dibînin ên li gundewarên sînor ên bi dagirkeran re ne. Dema topbaran dijwar dibe meclis alîkariya şêniyan dike û wan li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî birêxistin dike."

'ÊRIŞ BINESAZIYÊ DIKE HEDEF'

Hevserokê navçeyê destnîşan kir ku hêzên dagirker saziyan dikin hedef û wiha pêde çû: "Êrişên dewleta Tirk di asta yekemîn de binesaziyê dike hedef. Stasyonên av û kehrebeyê dike hedef. Di 6 mehên dawî de ji ber êrişan kehrebe li 12 gundan hate qutkirin ew jî gundê Enabiyê, Xirbet Dexîl, Zêdiyê û Şoriyê û gundewarên din ên girêdayî Til Temirê."

Salih Mistefa Simo di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji ber qutkirina kehrebeyê ji ser wan gundan av jî hate qutkirin. Av bi rêya sarîcan bi zehmetî tê peydakirin. Ji ber em di dema çinînê de ne me şêniyan hişyar kir ku heger şewat çêbû tedbîrên xwe bigrin. Me zevî ji hev qut kirin ku heger şewat çêbibe zeviyên din jî zerarê nebînin. Her wiha me bi însiyatîfa xweser sarîcên avê ji şêniyan re peyda kirin."

'FIRNE DIXEBITIN LÊ EM ZEHMETIYAN DI PEYDAKIRINA ARD DE DIBÎNIN'

Têkildarî zehmetiyên ku ji ber topbaranê rastî wan tên Simo wiha axivî: "Firneyên herêmê xebatên xwe didomîne lê em zehmetiyan di peydakirina madeya ard de dibînin. Ji ber kamyonên barhilgirên ard ji ber topbarana dewleta Tirk nikarin derbasî herêmê bibin. Li herêmê 3 firneyên nîv alî hene."

'EM FÊRÎ JIYANA DI BIN TOPBARANÊ DE BÛNE'

Simo wiha pêde çû: "Şêniyên navçeya Zirganê her di nava amadehiyan de ne. Ji ber fêrî xebata di bin topbaran û êrişî de bûne. Hin caran em dibînin şênî di nava zeviyên xwe de û dema topbaran dijwar dibe hevkariya hêzên leşkerî dikin da ku parastina herêma xwe bikin."

Li navçeya Zirganê 42 komîn hene. Hin ji wan li eniyên şer in mîna Komîna gundê Xirbet Şeîr û Niwêha. Hevserokê Meclisa Navçeyê Salih Mistefa Simo got, ew êdî civîn û kombûnan lidar naxin, ji ber rewşa xirab û zehmetiya di pêwendiyên di navbera gund û navenda navçeyê de xwe dispêrin serdanan.

(bx)

ANHA