'Biryara Belçîkayê rastiya PKK'ê careke din nîşan da'

Parêzer Xalid Îbrahîm diyar kir ku PKK`ê têkoşîna siyasî, civakî, exlaqî û aborî dike, ev têkoşîn nûnertiya têkoşîna gelên Rojhilata Navîn dike. Her wiha anî ziman ku  tawanên terorê yên li hemberî wê tê wateya tawanbarkirina gelên Rojhilata Navîn bi terorê.

'Biryara Belçîkayê rastiya PKK'ê careke din nîşan da'
10 hezîran, 2022   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Konseya Dozên Biyaniyan a Belçîkayê der barê PKK'ê de biryar da û got, PKK'ê ne rêxistineke terorîst e.

Li ser vê mijarê parêzer Xalid Îbrahîm got, ji destpêka dîrokê ve û heta roja îro kurdan êrişî tu kesî nekirine û di têkoşîn û rizgariya xwe de teror li dijî tu kesî pêk neaniye, lê belê her tim parastina gelê Kurd, maf, çand, dîrok û hebûna wî dike.

Xalid Îbrahîm diyar kir ku hêzên navneteweyî û herêmî li dijî kurdan plan û komplo pêk anîn, Kurd jî neçar man ku parastina nirxên xwe bikin, ji ber wê jî diviyabû ku helwestek li dijî plan û êrişan derkeve da ku parastina hebûna xwe ya dîrokî li Rojhilata Navîn bike.

Xalid Îbrahîm îşaret pê kir ku divê mijara ku ''PKK`ê partiyeke terorîst e yan na'' neyê nîqaşkirin û anî ziman ku PKK`ê nûnertiya kurdên ku li azadiyê digerin û têkoşerên ji bo hebûnê, dike.

Têkildarî hinceta qanûnî ku PKK`ê weke partiyeke terorîst pênase dikin, Xalid Îbrahîm ev tişt anî ziman: "Ji ber tu tiştekî zelal û erêkirin têkildarî pênaseya terorê tune ye. Teror çi ye? Kî terorîst in? Pênaseya terorê encama hin siyaset û peymanan bû. Ev pênase li her dewletekê ji ya din cûda ye. Her dewletekê pênaseyekê li gorî berjewendî û siyasetên xwe  û têkoşîna gelan li wê dewletê daniye da ku serdestiya xwe li ser wan gelan ferz bike."

Xalid Îbrahîm diyar kir ku gelek caran zimanê hiqûqî dikeve bin bandor û xizmeta siyasetê û wiha domand: "Heger dadgeheke serbixwe di dozekê de biryar bide ku aliyek teror e yan na, wê demê nikare bêje ku îsbata hatiye pêşkêşkirin raste yan na. Ew belgeyan dixwîne û li gorî wê biryar dide weke ku çawa li dadgeha Belçîka û Konseyên Dozên Biyanî ya Belçîkayê pêk hat."

Îbrahîm destnîşan kir ku zimanê siyaset û edaletê pir ji hev cûda ne, têgeh û pênaseyeke zelal ji siyaset û edaletê re tune ye û wiha axivî: "Qanûna Urdunê ji qanûa Sûriyê cûda ye. Ya Sûriyê ji ya Misirê cûda ye. Her dewlet û sîstemek pênaseyekê li gorî siyaset û edaleta ji bo mayîna li ser serdestiyê datîne."

Xalid Îbrahîm behsa xistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" re kir û got: "Tu çalekiyeke terorî di dîroka gelê Kurd de tune ye. Ji ber ku ev gel ji bo mayîna xwe û mafên xwe yên hatine standin têdikoşe. Ew jî ji bo parastina hebûn, dîrok, çand û nirxên wî ye. Mirov nikare bêje ku PKK`ê ya ku dîroka kurdan û Rojhilata Navîn şîrove û nirxandiye ku terorîst e."

' PKK`Ê LI ROJHILATA NAVÎN VEGUHERTIYE TEVGEREKA GELÊN AZADÎXWAZ'

Xalid Îbrahîm anî ziman ku PKK`ê niha li Rojhilata Navîn veguheriye tevgera gelên azadîxwaz, nûnertiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dike, ji ber wê jî mirov nikare bêje ku ev partiya têkoşer terorîst e.

Xalid Îbrahîm da zanîn ku PKK`ê di hemû warên siyasî, civakî, exlaqî û aborî de têdikoşe, ev têkoşîn nûnertiya têkoşîna gelên Rojhilata Navîn dike û tawanên terorê yên li dijî PKK`ê tê wateya tawanbarkirina hemû gelên Rojhilata Navîn bi terorê.

Xalid Îbrahîm got PKK`ê nûnertiya nasnameya gelê Kurd, gelê Kurd li Bakur û Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê dike, ji bo hebûna xwe têdikoşe û berdêlên giran dide, ji ber wê jî mijara ku ev gel teror e yan na nabe ku were nîqaşkirin û nîqaşkirina vê dozê pir şerm e.

Xalid Îbrahîm anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd têkoşîneke rewa ye û ev tişt got: "Di hemû pîvan û qanûnên navneteweyî de têkoşîna ji bo parastin, nasname û hebûnê têkoşîneke rewa ye. Helwestên ji hin dadgehên ewropî mîna Belçîkayê baş e û bandorê dê li dewletên din bike."

Parêzer Xalid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Tawanbarkirina gelê Kurd bi terorê di kesayeta PKK`ê de tawaneke siyasî ye. Niha jî ev yek di qadên navneteweyî de tê îsbatkirin. Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê şerê terorîstên cîhanî di kesayeta çeteyên DAIŞ`ê de, kir."

(bx)

ANHA