Ferhad Şamî: Li dijî êrişeke muhtemel dê şerekî giştî were kirin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî diyar kir ku hemû pêkhateyên QSD’ê destnîşan dikin ku li dijî êrişekê muhtemel a dewleta Tirk a dagirker divê şerekî giştî were kirin û got “Divê hikumeta Şamê bibe xwedî helwesteke leşkerî a aktîf.”

Ferhad Şamî: Li dijî êrişeke muhtemel dê şerekî giştî were kirin
9 hezîran, 2022   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk ev demeke dirêj e gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Bi taybet di demekê de ku şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dewam dike û Swêd û Fînlandiyayê serî li endamtiya NATO’yê daye ku dewleta Tirk hewl dide ji re xwe bike firsend. Her wiha civînên dewleta Tirk bi dewletan re ji bo dagirkirina axa Sûriyê berdewam dikin. Her wiha di 15-16 Hêzîranê de jî dê gera 18’an a civînên Astana li dar bikeve.

7’ê Hezîranê QSD`ê tevî fermandarên meclisan û komên leşkerî, ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî jî piştî gefên dagirkeriyeke nû, civîneke awarte li dar xistibû.

Di civînê de QSD`ê îşaret bi bandora êrişeke dewleta Tirk a li ser şerê li dijî DAIŞ`ê jî kir ku di demên dawîn de ji êrişên dagirkeriyê sûd wergirt. Her wiha di civînê de hate diyarkirin ku ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk, hêzên wan amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re koordîneyê bikin.

Der barê civîna awarte ya QSD`ê de berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî ji ANHA’yê re axivî.

Ferhad Şamî têkildarî êrişeke muhtemel got: “Dê tu kes li heremên me dagirkeriyê bi gulan pêşwazî neke. Bersiva şer, her dê şer be.”

Şamî anî ziman ku sedema lidarxistina vê civînê ew bû ku rewşa heyî binirxînin û biryarên leşkerî der barê rewşê de bidin. Şamî diyar kir ku hemû pêkhateyên QSD’ê li serê li hev dikin ku divê li dijî êrişekê muhtemel a dagirkeriya Tirk şerekî giştî û demdirêj were kirin.

‘DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ TENÊ LÊ TEMAŞE NEKE`

Ferhad Şamî bal kişand ser êrişeke muhtemel û koordîneya bi hikumeta Şamê re û got: “Me beriya niha jî gotibû kî berê tivinga xwe bide dagirkeriya Tirk, em amade ne pê re bikevin nava koordîneyekê. Hikumeta Şamê jî yek ji wan hêzan e ku dibêje em li dijî dagirkerên Tirk in. Dibêje me pir zirar ji Tirkiyê dîtiye, Tirkiyê ew qasî çete li dijî hikumeta Şamê perwerde kirine. Ji lew re me got dibe ku em di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de bibin hevkar. Pirsgirêkên din piştre tên nîqaşkirin. Di carên berê de hikumeta Şamê pir li paş xwe dinêrî û diket nava bazaran. Em vê carê dibêjin divê hikumeta Şamê li pêş xwe binêre, dagirkeriya Tirk baş bibîne û bibe xwedî helwesteke leşkerî ya aktîf û wek temaşevan nemîne.”

TETBÎQATÊN RÛSYA Û HIKUMETA ŞAMÊ

Bi gefên dewleta Tirk re tetbîqatên hêzên Rûsya û hikumeta Şamê jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Der barê van tetbîqatan de Şamî wiha axivî: “Tetbîqatên Rûsyayê nameyeke siyasî bû, ne leşkerî bû. Di demekê de ku pir agahî dihatin belavkirin ku Rûsyayê xwe ji herêmê kişandiye, Rûsyayê bi tetbîqatan got `ez li vir im, li ser asta meydanî tu guhertin çênebûye’.”

HELWESTA HÊZÊN GARANTOR

Têkildarî sekna hêzên garantor ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Şamî destnîşan kir ku heta niha hêzên gerantor li dijî êrişa dewleta Tirk in. Şamî wiha berdewam kir: “Hêzên garantor dibêjin em ê bi awayekî dîplomatîk pirsgirêkan çareser bikin lê heke gavên dîplomatîk bi bin bikevin, wan heta niha gavên alternatîf eşkere nekirine. Ew gav hene an tune ne jî, ne diyar e. DYA dibêje êrişa muhtemel dê DAIŞ’ê zindî bike û bi vê dixwaze Tirkiyê îqna bike. Lê jixwe Tirkiye dixwaze DAIŞ zindî bibe. Lewma divê gavên hişk ên meydanî û qanûnî ji aliyê hêzên garantor ve werin avêtin.”

Ferhad Şamî têkildarî senaryoya dagirkeran a li ser herêmê jî kir û wiha pê de çû: “Tirk hewl didin êrişî heremên me bikin, niyeta dagirkeriyê her talan û koçberkirina gelê heremê û parçekirina xaka Sûriyê ye. Bi êrişa muhtemel a li ser heremên me dê HTŞ (Heyet Tehrîr El-Şam) firsendê bibîne û êrişî Efrîn û Ezazê bike. Hikumeta Şamê jî dê firsendê bibîne û êrişî Idlibê bike. DAIŞ jî dê bikeve nava tevgerê û herî kêm dê çolistana Sûriyê bixe destê xwe. Jixwe hêzên radîkal mîna HTŞ û Hurras El-Dîn dê li heremên dagirkirî werin bicihkirin. Dê pêleke nû ya koçberiyê çêbe. Aloziya Sûriyê dê careke din xwe nû bike û vegere xala destpêkê.”

`BERSIVA ŞER DÊ ŞER BE`

Di dawiyê de Şamî diyar kir ku wan di hefteya dawîn de gelek karên dîplomatîk meşandine û got: “Me bi gelek hêzên navdewletî re diyalog çêkir. Her çi qas heta dawiyê em bi kêmkirina aloziyê re ne jî, lê heke dagirkerî di şer de israr bike dê rêka wî ne gul û gulistan be. Tu kes li heremên me dê dagirkeriyê bi gulan pêşwazî neke. Bersiva şer, her dê şer be.”

ANHA