Saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona Girê Spî, Dayikên Aştiyê li Helebê û Meclisa Navçeya Til Birakê bi daxuyaniyên cuda êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
9 hezîran, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Navçeya Til Birakê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî û bi dehan şêniyên navçeyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker, daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Kongra Star Henan Silêman daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin: "Em êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin.

Di heman demê de em berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk tîne, silav dikin.

Di dawiyê de em banga berdewamkirina xeta têkoşînê heta mîsogerkirina serkeftinê dikin û dibêjin, em gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê divê li dijî dagirkeran bi  yek dest bin."

EYN ÎSA

Têkildarî mijarê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên li kantona Girê Spî daxuyaniyek da.

Endama Tevgerê Rewşen Elî bi beşdariya bi dehan endamên tevgerê yên kantona Girê Spî û navçeya Eyn îsa li pêşiya Çerxerêya Şaredariyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi armanca şikandina vîna gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku li dijî van êrişan li ber xwe didin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Berxwedana Avaşîn û Metîna ya li dijî artêşa Tirk a dagirker, bûye sembola berxwedanê. Li ser vê yekê em bang li civata navneteweyî dikin ku li hemberî van êrişan bê deng nemîne ji ber ku welatî dibin armanc.

 Her wiha em berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya li dijî timayên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav dikin."

HELEB

Dayikên Aştiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wan ên xayîn şermezar kirin.

Diya şehîd Şêrwan, Rexde Îbiş bi beşdariya bi dehan Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxên Şêxmeqsûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Ruxmî zor û zehmetiyên ji aliyên hin kesên ezezî, di dîrokê de dayikan bi ked û emeka xwe hebûna xwe ya civakî ava kirin, piştre jî ew kes bûn komên çete, lê mirovahiyê xwe pêşxist û çandeke gewre ava kirin ku tu kes nikare çavên xwe li ser bigire. Em hêvî dikin ku aştî û biratî li ser bingeha hevbeşiya hemû neteweyan raber bibe."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Em girîngiya dîrokî ya serkeftina gelê me li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ`ê bi dest xistine dibînin, ruxmî ku hin hêz bi awayekî eşkere li dijî DAIŞ`ê neaxivîn û rêbazên nerêxistinkirî bi kar anîn, lê QSD`ê di parastina gelê herêmê de ji êrişan isbata xwe kir, lewma dewleta faşîst hemû nirx û pîvanên mirovî û exlaqî derbe dike."

Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de hemû cureyên êrişên derexlaqî yên hikumeta Tirk û hevalbendên wê yên xayîn şermezar kirin û got: "Çi kesên piştgiriya hişmendiya şovenîst dike, heqaretê li nirx û rûmeta gelê me dike."

Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de bang li rêxistinên cîhanê yên parastina mafên mirovan dikin, kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û çareseriyê ji dozên edlane re bibînin.

 (eh)

ANHA