Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di 8’ê Hezîranê de şehîd bûye, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
9 hezîran, 2022   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Yek ji endamên hêzên me li herêma Firatê di 8’ê Hezîranê de dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Mihemed Derwîş
Navê bav: Fayiz
Navê dayikê: Cemîle
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hîşe, 30.10.2018
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 08.06.2022

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Derwîş re dixwazin û bejna xwe li hember tevahî şehîdan ku canê xwe di oxira parastina welat û gel de daye, ditewînin. Em teqez dikin ku heta ewlehî û aştî li tevahî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bên, li ser rêça şehîdan bin."

(fr)

ANHA