Partiyên siyasî yên li Reqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Partiyên siyasî yên li Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê li dijî gelê Sûriyê bi giştî û li herêmên dagirkirî bi taybet şermezar kirin û bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku biryara navneteweyî ya 2254’an pêk bînin.

Partiyên siyasî yên li Reqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
9 hezîran, 2022   11:01
REQA

Di daxuyaniyê de endamên Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratî li sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Çep a Kurdî, Partiya Yekitiya Demokratîk û Partiya Komarî ya Kurdistan-Sûriye amade bûn.

Daxuyanî li çerxerêya Panorama ya li rojavayê Reqayê hate dayîn. Nûner û endama Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Biratî ya Kurdistanê Cumana Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk bi rêya destekdayîna komên terorîst destwerda krîza Sûriyê da k ajande û berjewendiyên xwe yên zindîkirina dewleta Osmanî û vejandina Mîsaqî Millî pêk bîne.

Hikumeta Tirkiyê hewl da krîza Sûriyê dirêj bike û bi rêya hevbendiyên bi hêzên berjewendiyên xwe li Sûriyê hene astengî li çarekirina krîza Sûriyê kir, komplo pêk anîn. Carekê bi hinceta penaberan û carekê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya netewey destwerdan li Sûriyê kir, Cerablus, Ezaz, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kirin.

Dewleta Tirk rojane êrişî sivîlên li Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Til Rifet, Minbic û Şehba dike û hewl dide şêniyên wê koçber bike, da ku demografiyê wan biguherîne, şerekî biafirîne û fîtneyan çêke. Îro jî hewl dide îstîqrara li herêmên Rêveberiya Xweser derbe bike. Bi wê yekê hewl dide gelê azad ku destek daye QSD’ê ku terorîstên piştgiriya wan dikir, tola xwe hilîne.

Em partiyên siyasî bang li gelê Sûriyê, bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hişyar bin, li hember terorê ya bi nûnertiya AKP’ê hevgirtî bin, li dora rêveberiya xwe bicivin û parastina vîna xwe ya azad bikin.

Em tevahî şêweyên destwerdana dewleta Tirk û êrişên wê li dijî herêmên me şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, NY’yê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî yên li cîhanê dikin ku helwesteke tund li hember dewleta Tirk nîşan bidin.

Divê rêxistinên hiqûqî van êrişên dewleta Tirk red bikin û li gorî biryarên NY’yê û mîsaqên navneteweyî bi taybet biryara 2254’an destekê bidin dozên me û aktîf bikin, da ku krîzê bi dawî bikin."

ANHA