MÎT’a Tirk 3 welatî ji Girê Spî revandin

MÎT’a Tirk û çeteyên wê ji bajarokê Hemam Tirkmen ê kantona Girê Spî yê dagirkirî 3 welatî revandin, di nav de jinek heye û ber bi cihekî nediyar ve birin.

MÎT’a Tirk 3 welatî ji Girê Spî revandin
9 hezîran, 2022   08:05
EYN ÎSA

Çavkaniyên herêmî ji gundewarê kantona Girê Spî da zanîn ku MÎT’a Tirk û çeteyên wê şeva berê girtin ser bajarokê Hemam ê Tirkmen, 2 mêr û jinek revandin. Her sê welatî birin cihên nediyar.

Heman çavkaniyan navên kesên revandî eşkere kirin; Samir El-Esaf ê ji eşîra Tobal a Tirkmen, Wîsam Xelîl El-Osman ê ji eşîra Bakêrat a Tirkmen û jina ji pêkhateya Kurd navê wê nehat zanîn.

Li herêmên dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, siyaseta revandinê dewam dikin da ku fîdyeyan li hember serbestberanê bixwazin, wan neçarî koçberiyê bikin û pê re jî demografiya herêmê biguherin.

Ajansa me destpêka vê mehê belge kir ku serçeteyên girêdayî Erdogan li Girê Spî ya dagirkirî 11 milyon lîreya sûrî ji malbata kesê revandî yê bi navê Hafiz El-Casim ê ji bajarokê Elî Baceliyê pere li hember serbestberdana wî xwestin. in.

(eh)

ANHA