Dewreya yekemîn a Ping-Pongê ya li herêma Firatê bi dawî bû

Çalakiyên dewreya yekemîn a lîstika Ping-Pongê yên ku duh Sêşemê li Kobanê dest pê kiribûn, bi xelatkirina tîmên beşdar bi dawî bûn.

Dewreya yekemîn a Ping-Pongê ya li herêma Firatê bi dawî bû
8 hezîran, 2022   14:08
KOBANÊ

Çalakiya Ping-Pongê duh Sêşemê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşî ya herêma Firatê, dest pê kirin. Çalakî li navenda desteyê ya  li Kobanê, bi beşdariya 10 tîmên ji keç û xortan hatin lidarxistin. Çalakî bi elaqeyeke mezin hate nîşandan. Ji ber ku careke yekemîn e ku ev lîstikli herêmê tê organîzekirin.

Çalakiya dewreya yekemîn bi xelatkirina tîmên beşdar bi dawî bû.

Di dawiyê de, tîmên beşdar ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê ve hatin xelatkirin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Lîstikên Takekesî ya girêdayî Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê, Mihemed Nûr El-Efendî destnîşan kir ku wan ev turnuve rêxistin kirin ji ber ku lîstika Ping-Pongê lîstikek ferdî ye, ji her wê jî ew dixwazin balê bikişînin ser ji bo şêniyên herêmê bêhtir wê nas bikin.

Her wiha Mihemed Nûr El-Efendî diyar kir ku armanca wan a sereke ji turnuvayê ew e ku astên sporvanên herêmê pêş bixiin.

Ji aliyekî ve, beşdara di turnuvayê de, Roniya Şêx Osman kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ev dewreya yekemîn e ku li Kobanê tê lidarxistin, min gelek sûd ji wê wergirt û hêvîdar im di sala bê de jî bi beşdariya bêhtir tîman dubare bibe, ji bo em tîmekê ava bikin ku tê de nûnertiya herêmê li pêşbaziyên li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê bikin.

Ji aliyekî din ve jî, lîstikvanê beşdar Bekrî Mistefa daxwaz ji şêniyan kir ku ''Zarokên xwe fêrî Ping-Pongê bikin ji bo bigihîje asteke baştir, ji ber ku ew lîstikek xweş e, her wiha sûdar e jî. Spor ji bo mirovan jiyan e, em hêvîdar in em bêhtir xwedî li wê derkevin.

ANHA