​​​​​​​Partiya Komunîst a Fransayê banga piştgiriya Kurdan kir

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo meşên 'Parastina Kurdistanê' û 11'ê Hezîranê banga tevlêbûnê kir.

​​​​​​​Partiya Komunîst a Fransayê banga piştgiriya Kurdan kir
8 hezîran, 2022   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Cîgirê berpirsyarê Sektora Navneteweyî ya ji Rojhilata Navîn û Mexrîbê yê Partiya Komunîst a Fransayê Pascal Torre bi navê "Li dijî dagirkeriya Tirk em Kurdistanê biparêzin" daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ku li malpera PCF’yê belav kir, hate ragihandin ku gelek armancên êrişên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Temamkirina dagirkirina xeta sînor a bi kûrahiya 30 kîlometreyî, qewirandina nifûsa Kurdan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), mîna kantona Efrînê avakirina 'cîhadistanê' li herêmê. Di navenda vê herêmê de jî bajarê Kobanê heye ku yekîneyên Partiya Karker a Kurdistanê (PKK) û YPG'ê rêxistina DAÎŞ'ê ku Tirkiye ya Erdogan piştgiriya wê dikir, têk bir."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Tîranê Enqereyê dixwaze pêvajoya şoreşgerî ya li Rojava jî bişkîne. Li vê herêma xweser a Sûriyeyê hindikahiyên çandî hemû, tev li avakirina civakeke aştiyane, femînîst û ekolojîk dibin. Herî dawî Erdogan bi rengekî kevneşop ji ber kêmbûna ji ber krîza aborî, enflasyonê hewl dide hestê neteweperestiyê ya hilbijêran xurt bike. Li gel vê yekê polîtîkaya zextê li hemberî hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi taybetî jî li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan dewam dike.

R. T. Erdogan di wê baweriyê de ye ku rewşa navneteweyî ji bo wî guncaw e. Pêwîstiyê pê nabîne ku destûrê ji V. Pûtîn werbigire ku bi hilweşandina Ukraynayê re bi tenê maye. Piştî ku koçber weke şantajê bi kar anî, gef xwar ku endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO'yê veto bike. Zane ku bi vî rengî wê ji bêdengiya hêzên Rojavayî re bazariyê bike.

'KURD NÛNERÊN AŞTÎ Û EDALETÊ NE'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bi durûtiya eşîra Barzaniyên feudal a li "Kurdistana Iraqê" jî tê bicihkirin. Şengal û herêmên ku gerîlayên PKK'ê lê ne bi mehan bênavber têne bombekirin. Ji ber ku serweriya dewleta Iraqê tê têkbirin, li gel protestoyên fermî leşkerên Tirk li gel êşkencekarên cîhadîst tundiyê li xelkê sivîl dikin.

Kurdan di têkoşîna dijî tarîtiyê de û ji bo parastina azadiya demokratîk berdêlên giran dan û didin. Ew nûnerên aştî û edaletê ne.

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI MEŞAN

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîstiya Kurdan bi piştevaniya navneteweyî heye. Komunîst bi wan re ne û ji bo piştgiriya bi Kurdan re bang dike ku 11'ê Hezîrana 2022'an roja Şemiyê li her devera Fransayê çalakiyan lidar bixin.